Li NÇM’ê qeydên qursan dest pê kirin

img

STENBOL - Li Navenda Çanda Mezopomtayayê (NÇM) qursên tembûr, piyano, keman, şan, gîtar, dudik û defê dest pê kirin. 

Qeydên qursan ên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ku 33 sal in xebatên çand û hunerê dimeşîne, dest pê kirin. Serlêdanên ji bo tembûr, piyano, keman, şan, dûdik, flût û defê dê di dawiya meha îlonê de bi dawî bibin. 
 
Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz bang li her kesî kir ku qeydên xwe çêbikin. Cengîz, wiha domand: “Bi taybet jî banga me ji bo ciwana ye. Yên dixwazin xwe pêş bixin û yên berê dixwestin karê muzîkê bikin lê nekarîn bikin bila qeydên xwe çêbikin.” Cengîz, bal kişand ser xebatên NÇM’ê û wiha pê de çû: “Armanca NÇM’ê ew e ku çand û hunera kurdî li ser pêyan bigire û hunerê li ser bingeheke civakî ava bike. Em li gorî mercên piyasayê tevnagerin. Di mercên piyasaya heyî de pereyeke zêde tê xwestin û perwerdeyeke ji rastiya civakê dûr tê dayin. NÇM ne tenê cihê perwerdeya muzîkê, qadeke jiyanê ye.” 
 
‘DEJENEREBÛNEKE MEZIN A CIVAKÎ HEYE’ 
 
Cengîz, got ku dejenerebûneke mezin di nava civakê de heye û ev tişt anî ziman: “Çand û huner, li dijî vê dejenerebûnê amûrekî mezin in. Îro em di nava şikestineke civakî ya mezin de ne. Tiştên weke tiryakê heta temenên pir biçûk daketiye. Banga min a ji bo malbatên me û civakê ev e; ji bo parastina zarokên me ya ji van tiştan, zarokên xwe bînin navenda me ya çandê. Bi vî awayî dikarin zarokan ji van tiştan biparêzin.” 
 
JI BO QEYDAN BANG KIR
 
Cengîz, bal kişand ser “takekesîbûn” û hewldanên “populîst” ên bi pêşketina teknolojiyê re zêde bûne û axaftina xwe wih qedand: “Di serdema me de ji ber teknolojî xelet tê bikaranîn, veguherî rewşekî robotbûnê. Di vê serdemê de takekesîtî pêş ket û vê jî bi xwe re tenêtiyeke kûr anî. Her tişt jirêzê bûye û huner tenê weke amûra populerbûnê tê dîtin. Em bi vî awayî li mijarê nanihêrîn. Li gorî me civakîbûn, li gorî nêzikatiya populîst gelek bitenduristtir e. Em feraseteke hunerê ya ku ciwan bikarin xwe vebêjin pêşkeş dikin. Lewma banga me ji bo hemû ciwanan ew e ku qeydên xwe çêbikin.”