Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû

img
AMED - Di navbera 30’ê mijdarê û 8’ê kanûnê de dê bi hevkariya DTSO û TUYAP’ê li Amedê fuara pirtûkan bê lidarxistin. 
 
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAP piştî 5 salan dê di navbera 30’ê mijdarê û 8’ê kanûnê de fûara pirtûkan li dar bixin. Şirîkan, ji bo fûara ku dê li Navenda Fuar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê bê lidarxistin, li DTSO’yê civîna lansmanê li dar xist. Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya, Midûrê Giştî yê TUYAP’ê Îlhan Ersozlu, Serokê Yekitiya Weşangerên Tirkiyeyê Kenan Kocaturk, Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD), nûnerên PENa Kurd û Komîsyona Fuarê ya DTSO’yê tev li civînê bûn. 
 
Kaya di civînê de got ku ji sala 2005’an heta niha ji bo Amed bibe navenda fuarê di nava hewldanan de ne. Kaya, diyar kir ku di sala 2008'an de bi TUYAP’ê re peymanek îmze kirin û bi vê peymanê re di karê fuarvaniyê de pêş ketine. Kaya, wiha domand: “Lê pandemî, erhej û hwd. bandor li pêvajoya fuarê kirin. Lê dîsa jî xebatên me didomin. Di mijara Navenda Fuarê de em bi rêveberiyên herêmî, saziyên cemaweriyê û rêxistinên civaka sivîl re dixebitin. Em spasiya tevan dikin. Ji bo Navenda Fuarê me DÎFAŞ ava kir. Ji bo fuarên baştir, em bi şîrketên fuarvaniyê re hevkariyê dikin û hinek fuaran jî em bi xwe dikin. Di sala 2024’an de em ê tevî TUYAP’ê Fuara Pirtûkan li dar bixin. Dê ev fuar bibe yek ji fuarên herî girîng ên herêmê.”
 
'PIŞTÎ 5 SALAN EM DÎSA LI AMEDÊ NE’
 
Ersozlu jî got ku piştî 5 salan ew dîsa hatin Amedê û ev tişt anî ziman: “Li vê herêmê girseyeke ku cîhana rewşenbîr û wêjeyê dişopîne heye. Lewma me ev biryar da. Em ê di 30’ê mijdarê de yek ji navendên fuara pirtûkan a herî girîng vekin. Em ê di van 9 rojan de nivîskar, helbestvan û hunermendên Tirkiyeyê li Amedê bikin mêvan.” 
 
'FUAR ŞAHIYÊN DEMOKRASIYÊ NE’
 
Kocaturk jî fuar weke “Şahiyên demokrasiyê” pênase kir û wiha got: “Ji dîrokê ve Amed yek ji kelehên mezin ên wêjeyê ye. Niha 350 hezar pirtûk tên firotin lê em 150 hezar pêşkeş dikin.” Kocaturk herî dawî jî piştgirî ji rêveberiyên herêmî û saziyên cemaweriyê xwest.