Pêşengeha ‘Pirtûkxaneya Bêsînor’ li benda ziyaretvanan e

img

STENBOL - Berhemên girtî, wênegir, grafiker û peykertraşan ku di pêşengeha wêneyan a bi navê “Pirtûkxaneya Bêsînor” de tên pêşandan, li benda ziyaretvanan e.  

Kolektîfa Hatiye Dîtin (Gorulmuştur Kolektifi)”, Grûba Redfotografê û Karşi Sanat bi hevkarî pêşengeha “Pirtûkxaneya Bêsînor” li atolyeya Karşi Sanatê ya li navçeya Beyoglûya Stenbolê ji bo ziyaretvanan hat vekirin. Berhemên ramangerî yên girtiyan li vê pêşengehê derdikevin pêşberî temaşevanên xwe. Berhemên 96 girtiyên ji girtîgehên cuda li pêşengehê tên nîşandan. Her wiha berhemên 34 wênegiran, grafiker û peykertiraşan jî di pêşengehê de cih digirin. 
 
Pêşengeh balê dikişîne ser berhemên girtiyan ku di şert û mercên zor û dijwar de ku afirandine û her wiha bi vê pêşengehê tê xwestin ku silavek li hest û berxwedana girtiyên tên tecrîdkirin re bê şandin. Di vê pêşengehê de berhemên 150 kesên hem girtî û hem jî li derve tên nîşandan û wê pêşengeh heta 9’ê cotmehê ji serdanê re vekirî be. 
 
Nûnerê Redfotografê Ozcan Yaman têkildarî pêşengeha “Pirtûkxaneya Bêsînor” axivî. 
 
 
Yaman diyar kir ku weke Kolektîfa Hatiye Dîtin û Grûba Redfotografê ji sala 2016'an û vir ve her sal pêşangehên ku mirovên li girtîgehan û derve li dora mijarekê digihînin hev li dar dixin û got ku wan pêşangeh di salekê de amade kiriye. Yaman anî ziman ku der barê naveroka pêşangehê de nivîsek ji girtiyên li hundir re şandine û wiha got: “Piştre me ji wan xwest ku der barê mijarê de fikrên xwe parve bikin. Me name girtin. Kesên ku serdana pêşangehê bikin dê nameyan bibînin. Li hundir berhemên li ser helbest, kurteçîrok û roman hatine çêkirin. Têgehên wekî wêjeya zarok û ciwanan hene. Niha têgeha 'wêjeya zindanê’ derketiye holê. Helbestvan û nivîskar bi salan e li girtîgehên Tirkiyeyê derdikevin pêş. Lê li derve pirsgirêka wan a dîtinê heye. Hin nivîsên wan derdikevin û dibin pirtûk, hin ji wan nayên çapkirin. Me xwest ku em çîrokên nivîskariyê li dora kesên li girtîgehê tengezariyan dikişînin nûjen bikin.” 
 
GIRTÎ Û YÊN LI DERVE 
 
Yaman anî ziman ku wan ji wênegirên ku li derve bûn û dê beşdarî pêşangehê bibin re jî agahî şandine û got: “Me ji wênekêşan pirsî ku em jî wekî derve dikarin çawa tevkariyê bidin hevalên ku fikrên xwe li hundir derdixin ser kaxezê. Me ji wan xwest ku her yek wêneyekî ji girtîgehan re bişînin û têkiliya di girtîgehê de, nivîskarbûn û pirtûkan de fêm bikin." 
 
ARMANCA PÊŞENGEHÊ 
 
Yaman diyar kir ku di pêşengehê de berhem, name, pirtûk û peykerên ku girtiyan çêkirine hene û wiha got: “Armanca me ew e ku em girtîgeh û derve bigihînin hev û nîşan bidin ku di her şert û mercan de afirandinek çawa heye. Em li benda her kesî ne ku bên serdana pêşengehê. Çimkî ji bo me girîng e.” 
 
AFIRÎNERIYA JI RAMANÊ 
 
Yaman destnîşan kir ku pêşangeh hêzê dide girtiyan û wiha got: “Yên ku 20, 30 sal ceza li wan hatiye birîn hene. Lê tevî vê yekê jî li ber xwe didin û xeyal dikin. Hewl didin xewn û ramanên xwe bi awayên curbecur bînin ziman. Bi neynûkên xwe li dîwaran xêz dikin û wêneyan çêdikin, ava fêkiyan jî wek boyaxê bi kar tînin û wêneyan rengîn dikin. Ew hewl didin ku afirîneriyê ne tenê ji hêla fikrî ve hebe dixwazin ku wek berhemên wan bibin bireser jî.” 
 
‘AZADIYA RAMANÊ HIN GIRÎNGTIR E’ 
 
Yaman daxwaza hevgirtinê kir û di dawiyê de wiha got: “Ev xebatên ku li girtîgehan tên çêkirin nîşan didin ku; têkiliya raman an jî azadiyê bi mekan re derdikeve holê. Ev rewş girîng e. Lê ji bilî vê azadbûna ramanê girîngtir e. Li dijî her cure sansur û zordestiyê heke ramanê mirov azad be û afirîneriya xwe zêde bike hunerek derdikeve holê. Ji ber ku em bi vê moral û motîvasyonê di nava xwe de bişînin girtîgehan wan hê zêdetir xurt dike. Ji ber vê yekê pêşangehên wiha moral dide girtiyan. Di rastiyê de ev rewş ji bo kesên li derve jî bangek e ku çiqas zext li yên li hundir jî bê kirin dê afirandinê bidomînin.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglû