Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê çap kiribû biryara komkirinê hate dayin

img
AMED - Ji bo 2 romanên ji Weşanên Aryenê derçûn biryara komkirinê hate dayin. Hat zanîn ku biryar di sala 2022’yan de hatiye dayin lê ji weşanxaneyê re nehatiye gotin. 
 
Di sala 2022’yan de ji bo romanên “Gun Işirken” û “Umut ve Mavî” yên ji Weşanên Aryenê derçûn biryara qedexeyê hatiye dayin lê hat zanîn ku ev biryar ji weşanxaneyê re nehatiye şandin. Li gorî agahiyan; çapên pirtûka Nîlûfer Şahîn a “Gun Işirken” û ya Firat Can a “Umut ve Mavî” qediya bûn û weşanxaneyê ji bo çapa nû serlêdana bandrolê kir. Lê belê ev serlêdan bi hinceta “Ji ber biryara darazê ya têkildarî pirtûka behsa xeberê, nikare serlêdana bandrolê were kirin” nehat qebûlkirin. Weşanxaneyê mijar lêkolîn kir û derket holê ku 2’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Eskîşehîrê di sala 2022’yan de ji bo pirtûka “Gun Işirken” û 2’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Îzmîrê jî ji bo pirtûka “Umut ve Mavî” biryara qedexeyê û komkirinê daye. 
 
Biryara têkildarî her du pirtûkan de jî ji weşanxaneyê re nehatin teblîxkirin.