Hunermendên kurd nerazîbûn nîşanî tawanbariya konserên kurdî dan

img

MÊRSÎN - Hunermendan bertek nîşanî hincetên girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer da ku konsera hunermendên kurd jî kirine hinceta girtina wî û diyar kirin ku pêwîste hunermend ji her demê bêhtir bi hev re li ber xwe bidin û bi cesaret têbikoşin.

Hunermendan bertek nîşanî hinceta konsera hunermenda kurd Rojda Şenses ku Şaredarê Esenyurtê pê hatiye tawanbarkirin dan. Şaredarê Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer roja 30'yê cotmehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin. 
 
Hunermendên Atolyeyên Kolektîfa Sanatolia Gulhan Bişeng û Kadîr Çat diyar kirin ku bi vê tawanbariya navborî hunermendên kurd dikin hedef û nerazîbûn nîşanî hedefgirtina konserên kurdî dan. 
 
'EM LI CEM HEV CIH BIGIRIN' 
 
Gulhan Bişeng bertek nîşanî zext û êrişên li ser xebat û hunera kurdî da û got ku huner û konserên kurdî bi zextek dijwar re rû bi rû ne. Bişend bertek nîşanî girtina Ahmet Ozer da û anî ziman ku bi tawanbarkirin û girtina Ozer dixwazin rê li ber qeyûman vekin ku bişînin ser gelek şaredariyan û got ku ew bang li hunermendên kurd dike ku ji her demê bêtir bi wêrekî li cem hev cih bigirin û ji bo azadiya hunera kurdî û pêkanîna aştiyê li ber xwe bidin. Bişeng got ku ji her demê bêtir hewcedariya wan bi aştiyê û yekitiyê heye. 
 
'EM HUNERMENDÊN KURD IN Û XETA ME HEYE' 
 
Hunermend Kadîr Çat jî diyar kir ku di bin navê nîqaşên "nermkirinê" de armanc ew e ku di nava civakê de tevlihevî çêbibe û diyar kir ku hunermend jî ji vê polîtîkayê ne dûr in. Çat destnîşan kir ku li aliyekî silav didin li aliyekî xebat û konserên hunermendan tên astengkirin û terorîzekirin. Çat bi bîr xist ku yek ji tawanbariya Ahmet Ozer li dar xistina konsera hunermenda kurd Rojda bûye û got: "Tu hunermendê kurd xwe di ewlehiyê de nabîne. Em li vir bang li desthilatdariyê dikin, em hunermendên kurd in û rûmeta me heye. Em xwedî wê berpirsiyariyê ne ku em bi ziman, çand û hunera xwe xebatên xwe bikin. Em şer naxwazin, em ji bo aştiyê distrên. Em hunermendê gelê xwe ne û em û gelê xwe bi hev re dê vê têkoşînê bimeşînin."