Zanîngeha Mûşê ji bo serlêdanên beşa kurdî mezûnbûna ji zimanê tirkî şert danî!

img

MÛŞ - Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê têkildarî serlêdanên ji bo Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî daxuyaniyek weşand û got: “Ji bo serlêdanê divê hûn mezûnên Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî bin.” 

Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê di 11’ê cotmeha 2024’an de ji bo wergirtina hîndekaran daxuyaniyek da. Ji bo Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ku di bin sîwana Fakûlteya Fen Wêjeyê de ye, gelek şert hatin diyarkirin. Di daxuyaniya behsa xeberê de ji bo kesên dê bigirin “Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî” ev şert danî pêş: “Divê ji Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî lîsansa bilind a bitez kiribe an jî doktora hatibe kirin.” 
 
 
‘DIVÊ REWŞ DÎSA BÊ NIRNXANDIN’
 
Namzetan diyar kirin ku ji ber şertên hatine destnîşankirin kesên derheqê kurdî de tu agahiyên wan nînin jî dê bikarin serlêdanê bikin û bi vê rewşê re jî keda xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya bi salan tune hatiye hesibandin. Serlêderan gotin ku ev rewş li dijî rêgeza wekheviyê ye û xwestin bê sererastkirin. Serlêderan anîn ziman ku ji bo edalet pêk bê divê rayedar vê rewşê dîsa binirxînin.