Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû

img

AMED- Weşanxaneya Aramê pirtûka Sînan Şahîn a bi navê "Karadeniz Fırtınası: Kemal Pir" û pirtûka "Mektuplar ve Yazılar" a ji name û nivîsên M. Hayri Durmuş pêk hatî, çap kirin. 

Weşanxaneya Aramê pirtûka Sînan Şahîn a bi navê "Karadeniz Fırtınası: Kemal Pir" û rtûka "Mektuplar ve Yazılar" a ji name û nivîsên M. Hayri Durmuş pêk hatî, çap kirin. Pirtûk di pêşengeha pirtûkan a Amedê de li ser standa weşanxaneyê tên peydakirin. 
 
Pirtûka Sînan Şahîn bi awayekî berfireh li ser jiyana Kemal Pîr disekine. Weşanxane di têbinîya xwe ya têkildarî pirtûkê de dide zanîn ku xwezaya serhildêr a Behra Reş bandoreke mezin li kesayeta Kemal Pîr kiriye.
 
Weşanxane di têbinîya xwe têkildarî pirtûka Mehmet Hayrî Dûrmûş de jî li ser têkoşîna Hayrî Dûrmûş a ji bo azadiyê disekine. Weşanxane di têbiniya xwe de balê dikşîne ser Têkoşîna Rojiya Mirinê ya Mezin a di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de. Her wiha di têbiniyê de tê diyarkirin ku wesyetname û gotinên Hayrî Dûrmûş ji bo fêmkirina têkoşîna azadiya Kurd weke rênîşanderekê ne.