Di pêşangehê de dest danîn ser pirtûkeke din

img

AMED - Di 8’emîn Pêşangeha Pirtûkan ya Amedê de polîsan dest danîn ser pirtûka bi navê ‘Rojnivîska Berxwedana Efrînê’.

Di 8’emîn Pêşangeha Pirtûkan ya Amedê de zextên li hemberî weşanxaneya Aramê dewam dike. Polîsan îro jî pirtûka siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle ya bi navê ‘Rojnivîska Berxwedana Efrînê’ desteser kirin. Di pirtûkê de berxwedana Efrînê ya 20’ê çileya 2018 - 20’ê çileya 2019 tê vegotin.
 
Polîsan bi hinceta ku biryara dozgeriyê heye pirtûk desteser kirin û li standê lêgerîn pêk anîn. 
 
4 PIRTÛK HATIN DESTESERKIRIN
 
Polîsan ji destpêka vekirina pêşangehê heta niha dest danîn ser 4 pirtûkên Weşanxaneya Aramê. Di 2 'ê cotmehê de pirtûka Mahmût Aba ya bi navê "Dildarê Serkeftinê" hat desteserkirin. Di serdegirtina duh de pirtûka "Rêya dirêj ber bi azadiyê ve" ku wergera otobiyografiya Nelson Mandella û tevlî pêşgotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû û her wiha pirtûka ku nameyên Mehmet Hayrî Durmuş pêk tê hatin desteserkirin.