‘Heta ku Kurdî rizgar nebe, azadiya ramanê pêk nayê’

img
WAN - Berdevkê Komeleya Çanda Civakî ya Nûjînê Homer Feizî diyar kir ku heta ku zimanê Kurdî ji dagirkeriyê rizgar nebe, dê azadiya ramanê pêk neyê.
 
Rejîma Îranê li hemberî endam, rêveber û perwerdekarên Komeleya Çanda Civakî ya Nojîn (Organîzasyona Nojîn) ku bi rêya kursên li bajar û gundên Sine yên Rojhilat hatine vekirin, bi binçavkirin, girtin, darizandin û cezayan zextan didomîne. Kesên ku xebatên komeleyê dimeşînin gelek caran rastî tawanbariyên wekî "xeteriya ewlehiya neteweyî ya Îranê" û "avakirina komekê bi armanca gefxwarina ewlehiya neteweyî" tên. Bi vê tawanbariyê endamê komeleyê Zara Mihemedî di 23’ê Gulana 2019’an de hat girtin û piştî 6 meh û 10 rojan di girtîgehê de ma û bi kefaletê hat berdan. Her wiha endamên komeleyê; Seywan Îbrahîmî, Îdrîs Menberî, Soma Pûrmihemedî û Sirwe Pûrmihemedî jî bi heman îdiayê hatin cezakirin û di hin dozên li dijî wan de cezayê girtîgehê ji 6 heta 10 salan tê xwestin.
 
‘DIVÊ KURDÎ RIZGAR BIBE’
 
Berdevkê Komeleya Civakî û Çandî ya Nojînê Homer Feîzî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî, 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û wiha got: “Rojên bi vî rengî ji bo hişyarkirina neteweya Kurd û zimanê wê gelekî girîng in. Ji bo vê jî 15'ê Gulanê ji bo me weke cejna netewî ya zimanê Kurdî pîroz e. Me her tim hewl da ku rehendên dagirkerî û zordariya li ser zimanê Kurdî bînin ziman. Divê bi vê boneyê bibêjim ku heta ku em zimanê Kurdî ji nîrê vê dagirkeriyê rizgar nekin em nikarin ramana Kurdî jî azad bikin.”
 
‘TU NETEW DEWLET NIKARE KURDÎ ÎNKAR BIKE’
 
Feizî anî ziman ku li Îranê jî mîna li Tirkiyeyê hewl hatiye dayîn zimanê Kurdî bê qedexekirin lê bi ser neketiye û wiha pê de çû: "Avabûna Komara Kurdistanê li Mahabadê, kir ku gelê Kurd li dijî rejîma Pehlewiyê û bi taybetî jî li dijî Komara Îslamî mafên xwe yên ziman nas bike. Netewe-dewletên ku em pê re rû bi rû ne, nikarin ziman û gelê Kurd înkar bikin. Lê belê dewleta Îranê li hemberî qedexeya bi temamî ya li ser fêrbûn û perwerdeya Kurdî gelek astengî danîne. Ji ber ku beşeke girîng a Kurdên Rojhilat li zanîngehên mezin dixwînin. Li Îranê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî li zanîngehan destpê kir û li zanîngehên navdar gelek kovarên Kurdî hatin weşandin. Vê rewşê xwesteka fêrbûna bi Kurdî û perwerdeya bi Kurdî di nava xwendekarên Kurd de veguherand daxwazeke giştî."
 
Feizî destnîşan kir ku êdî Kurdî mîna berê li Rojilat ne qedexe ye, li Zanîngeha Kurdistan ya Sineyê navendên cuda yên perwerdehiyê hatine avakirin û li Zanîngeha Kurdistanê jî beşê Kurdî hatiye vekirin û li herêmên derveyî kontrola hikûmetê jî zext didomin. Feizî zextên li hemberî komeleya xwe weke mînaka van zextan nîşan da û got, "Komeleya me ya Nojîn, bi destûra ku me girt, li gund û bajarokên Sineyê navendên perwerdeya zimanê Kurdî hebûn. Dîsa mamosteyên kurdî li bajar û gundan bi hînkirina bîrdoziya Kurdî ji xwendekarên kurd re mijûl bûn. Lê belê piştî şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' careke din destûrnameya saziya me nû nekirin. Me bi awayekî siyasî biryar da ku daxwaza dirêjkirina lîsansê ji rejîma dagirker a Îranê nekin. Di vê çarçoveyê de em li navendên xwe perwerde û hîndekariya Kurdî didin. Em bi awayekî vekirî daxwaza rakirina sîstema perwerdeya Îranê û avakirina perwerdeya Kurdî dikin. Ji ber vê yekê rejîma dagirker nêzîkatiyeke hişk li hemberî rêxistina me kir û cezayên giran li mamosteyên me birî."
 
CEZA LI GELEK MAMOSTEYAN BIRÎN
 
Fezîzî ku got piştî çalakiyên 'Jin, Jiyan, Azadî' ceza li gelek mamosteyên wan hatiye birîn û wiha got: ''Yek ji wan Zara Mihemedî bû ku piştî 2 sal û 5 meh hate berdan. Yekî din jî Seywan Îbrahîmî bû ku salekê di girtîgehê de ma. Li gel wan jî Îdrîs Menberî 2 sal cezayê girtîgehê wergirt. 5 sal cezayê girtîgehê li Soma Pûrmihemedî hat birîn, piştre hat rakirin. Sirwe Pourmohamedi niha di girtîgehê de ye û 5 sal ceza lê hatiye birîn. Ji bo zimanê Kurdî em berxwedanê didomînin."
 
MA / Adnan Bîlen