Hunermendên li Mêrsînê dê pêşangeha 'Koçberî û Eref'ê li dar bixin

img

MÊRSÎN - Li Mêrsînê 4 hunermend dê pêşangeha bi navê "Koçberî û Eraf" ku zor û zehmtiyên koçberî û penaber bi wan re rû bi rû dimînin vedibêje li dar bixin. 

Li Mêrsînê, 4 hunermend hatin cem hev û xebateke der barê koçberiya ji mecbûrî dan destpêkirin. Hunermend dê pêşangeha bi navê "Koçberî û Eref" ku behsa koçberên ji ber şer, siyasî û aboriyî koç kirin dike li dar bixin. Dê pêşangeh li Taxa Davûltepe ya navçeya Mezîtliyê di 31'ê Tebaxê de li Galeriya Hunerê ya Caretta Carettatê bê vekirin û dê heta 9'ê Îlonê dewam bike. Dê hunermend di pêşangehê de peykerên çêkirine û wêneyên kişandine berpêş bikin. 
 
Yek ji rêvebirê xevatê wênegir Adîl Okay, bilêv kir ku ew ê bi xebatên xwe pirsgirêkên koçberan ragihînin. Okay, destnîşan kir ku heta diyardeya koçberiyê neyê lêpirsînkirin, dê bibe cihê pirsgirêkên mezin û got: "Berê ji ber koçberiya bi darê zorê ya dewletê gelek kurd hatin Mêrsînê. Mirovên ku ji ber koçberiyê dev ji warê xwe berdan, bi awayekî sîstematîk hatin tawanbarkirin. Ji dêvla ku sedema betaliyê û çandeyî bê lêkolînkirin, ev mirov hatin tawanbarkirin. Lê dem derbas bû vê carê bi deh ehzaran koçberên sûriyeyî hatin vş bajarî. Niha jî ew tên tawanbarkirin. Di sedemên şer û koçberiyê de sedema îktîdarê nayê dîtin. Lê belê sedema ku koçberên sûriyeyê hatin Tirkiyeyê dewleta AKP'ê ye. Lê belê ne çapemenî ne jî hin kesên din vê rolê nabînin an jî naxwazin bibînin." 
 
Okay, da zanîn ku ew ê xebatên xwe li gelek deverên Tirkiyeyê berpêş bikin û heta ew diyardeya koçberiyê ranegihînin civakê û encam û sedemên wê dernekevin holê dê xebatên wan dewam bikin. 
 
Her wiha  Okay bilêv kir ku ew ê pêşangeha xwe di erefeya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê berpêş bikin. 
 
Wênegir Alî Osman jî destnîşan kir ku xebata wan tê wateya hembêzkirina civakan û xebata hayjêçêbûnê ye. Osman, bilêv kir ku di koçberiyên ji ber şer çêdibin de herî zêde jin, zarok ûe xtiyar tesîrê jê digirin û got: "Wêneyên min girtine hinekî di warê hayjêçêbûnê de ne. Mînak; Min li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrdînê wêneyê zarokên karker ên koçber girtin. Bi wan destên xwe yên biçûk textên ji qama wan mezintir tevî hosteyên xwe bi xîzarê jêdikirin. Di dema bêhnvedanê de li ber kargehê xwe dirêj dikirin û li ezmanan dinerîn. belkî li nav ewran xeyal ji xwe re çêdikirin. Bi piranî koçbe rli cihên ku mirovên xizan lê dijîn bi cih dibin. Li wan deran me bi hev re sohbet kir. Pêdiviya zarokan pir bi perwerdehiyê heye." 
 
‘DIVÊ EM RÊ LI BER ÇEWISANDINA BIGIRIN' 
 
Osman, diyar kir ku bi awayekî zêde koçber tên çewisandin û got: "Jixwe me ev yek dizanî. Lê dema em li ser vê xebatê hûr bûn, me fêm kir ku koçber bi awayekî zêde tên çewisandin. Di her firsendê de kêmariya wan bi bîra wan tê xistin. Ev rewş ne tişteke baş e. Dema zarokên biçûk li kuçeyan dilîzin, malbatên wan koçberiya wan bi bîra wan bixin dê di pêş de rê li ber travmayên mezin vebike. Divê rê li ber vê bihatana girtin." 
 
Osman, diyar kir ku dê xebatên wan ên bi vî rengî dewam bikin û got: "Eger hûn li vî welatî bijîn û hûn bi hunerê re eleqedar bibin, hûn mecbûr in projeyan çêbikin. Dê karên civakiyî yên bi vî rengî tim hebin. Loma divê em xebatên ku rê li ber çewisandinên civakî digirin bikin." 
 
MA / Ergin Çaglar