Çîrokek mînîmal: Rû û Kûr

img
AMED - Pirtûka rojnamevan Alî Dûran Topûz "Rû û Kûr" ya çîrokên mînîmal, balê dikişîne ser bûyerên dema Serhildana Koçgiriyê û Qirkirina Ermenan û Terteleya Dersimê. 
 
Pirtûka çîrokan a rojnamevan Alî Dûran Topûz "Rû û Kûr" ji Weşanên Avestayê derçû. Pirtûk ji çîrokên mînîmal pêk tê û tê de 80 çîrok hene. Topûz, çîrok bi devoka Koçgiriyê nivîsandiye û çîrokên li herêmê ji nû ve sêwirandiye. Di "Rû û Kûr"ê de her çend bûyerên di dema Serhildana Koçgiriyê hebin jî, lê bûyerên beriya serhildanê yên dema Qirkirina Ermenan û piştî serhildanê yên Terteleya Dersimê jî di xwe de dihebîne. 
 
‘ÇAVKANIYA MIN A HERÎ MEZIN DENGBÊJ IN' 
 
Rojnamevan Topûz der barê pirtûka xwe de diyar kir ku ew ne berhevkar e, lê belê dema wî pirtûk nivîsand çavkaniya wî ya herî mezin dengbêj bûn û got: "Di kilam û stranên dengbêjan de çarçoveya bîr, meş û vegotina Koçgiriyê heye. Li gor formên çand û devera ku tu lê çêbûyî hatiye nivîsandin. Hin fîgur, bûyerên li wê herêmê û vegotina wê herêmê tê de hene.