Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê dikin

img

AMED - Li Amedê bi tevkariya Weşanxaneya Lîsê û DSM'yê Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê dikin. Dê Rojên Wêjeya Berawirdî di 11'ê Cotmehê de dest pê bikin.

Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê dikin. Rojên Wêjeya Berawirdî bi tevkariya Weşanxaneya Lîsê û Navenda Hunerê ya Amedê (DSM) di 11'ê Cotmehê de dest pê bikin û heta 21'ê Cotmehê dewam bikin. Dê di çalakiyên  rojên wêjeya berawirdî de pirzimanî esas bê girtin û dê di vê çarçoveyê de ziman û wêje ji gelek hêlan ve bê nîqaşkirin. Dê di çalakiyan de der barê nivîskarên wêjeya klasîk û nûjen û berhemên wan de nîqaş û guftûgo bên kirin.
 
Rojên Wêjeya Berawirdî ên Amedê cara ewil di navbera 25'ê Gulan û 2'yê Hezîrana 2013'an de dîsa bi tevkariya Weşanxaneya Lîsê û DSM'yê hatibû lidarxistin.