‘Kurdî zimanê helbestan e, bi rakirina medreseyan helbestkariya kurd darbe xwar'

img
AMED - Rojên Wêjeya Beravirdî ya Amedê bi panelan berdewam kir. Di panela "Anotomiya Wêjeya Kurd" û "Di navbera dîwanan de ji Wêjeya Rojhilat Melayê Cizîrî û Hafız Şîrazî" de Helbestkar Îlhamî Sîdar diyar kir ku kurdî zimanê helbestê ye û wiha got: “Ger ku qîmeta dan Shakespeare bidana Melayê Cizîrî dê biba helbestkarê cîhanê ye herî navdar. Kurdî zimanê helbestê ye. Bi rakirina medreseyan helbestkariya kurdî darbeyek mezin xwar." 
 
Rojên Wêjeya Beravirdî ya Amedê ku Navenda Hunerê ya Amedê û Weşanxaneya Lîs'ê amade kiribû, di roja duyemîn de piştî nîvro bi panelan berdewam kir. Di bernameya piştî nîvro de panelên "Anotomiya Wêjeya Kurd" û "Di navbera dîwanan de ji Wêjeya Rojhilat Melayê Cizîrî û Hafız Şîrazî" pêk hatin. Panel li Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê pêk hat. Gelek nivîskar, rewşenbir amade bûn. Di civînê de danasîna pirtûka “Anatomiya Wêjeya Kurd" hat kirin. Nivîskarê piertûkê Clemensê Shalbert Yücel jî tev li civînê bû. Yucel, diyar kir ku 15 sal berê hat Amedê û li ser xebatên li Amedê ev pirtûk çap kir û wiha got: "Min li Fransa dersa kurdî dît. Li ser çîroka zimanê kurdî ez pir matmayî mam. Li Enstituya kurd  a Firansayê ji bilî çend çavkaniyan di destê min de çavkanî tune bûn. Min dest bi lêkolînê kir û li ser ziman û civakîbûnê min lêkolîn kir. Min li ser têkiliya ziman û siyasetê lêkolîn kir. Nerîna dewletê ya li hemberî kurdî min lêkolîn kir. Li vê beşê dewlet dixwaze mirov bi tirkî bi axivin. Tevgera kurd ji bo kurdî bibe zimanê wêje û çandê têkoşînek mezin dide." Panel bi pirs û bersîvan berdewam kir û piştre derbasî penala duyeamîn bûn.
 
Di panela duyemîn de mijara "Di navbera dîwanan de ji Wêjeya Rojhilat Melayê Cizîrî û Hafız Şîrazî" pêşkêş kirin. Di vê beşê de Derhênerê Weşana Ayrınti Îlbay Kahraman pêşkêşî kir. Îlhamî Sîdar ku dîwana Melayê Cizîrî wergerî tirkî kiriye, Hîndekarê Zanîngeha Çewlikê Zahir Ertekin û Helbestkar Emirhan Oguz  axivîn. Helbestkar Îlhamî Sîdar diyar kir ku kurdî zimanê helbestê ye û wiha got: “Ger ku qîmeta dan Shakespeare bidana Melayê Cizîrî dê biba helbestkarê cîhanê ye herî navdar. Kurdî zimanê helbestê ye. Bi rakirina medreseyan helbestkariya kurdî darbeyek mezin xwar."