Hunermend Aslan û Qoçgirî li Amedê konser dan

img
AMED – Hunermend Mîkaîl Aslan û Cemîl Qoçgirî li Amedê konserek bêhempa dan. 
 
Hunermendên navdar ên kurd Mîkaîl Aslan û Cemîl Qoçgirî li Amedê bo guhdarvanan konser dan. Konser li Mala Mamosteyan pêk hat û bi sedan kes beşdarî konserê bûn. Aslan û Qoçgirî li enstrûmanan dan û şevek bêhempa li pey xwe hiştin. Her du hunermandan jî stranên ji hev xweştir gotin. 
 
Welatiyan di hin stranan de stran li hunermendan dubare kirin û stranên xwe bi dilgeşiyek mezin gotin û dengê stranan li salonê olan da. Konser bi lêdana çepikan bi dawî bû.