Li Mor Gabrîelê, wêne temsîlî lê gor rasteqîn in

img
MÊRDÎN - Li Midyadê, rêber û dildarên Dêra Mor Gabrîel a suryaniyan, wêneyên suryaniyan û dêrê nîşanî serdêran didin û dibêjin "Wêne temsîlî, gor rasteqîn in" û bi vî awayî behsa êş û azarên ku suryanî bi wan re rû bi rû mane vedibêjin.  
 
Dêra Mor Gabrîel a suryaniyan beriya zayînê di sala 397'an de li navçeya Midyad a Mêrdînê hat çêkirin. Dêr, ji aliyê Mor Şmûel û Mor Şemûn ve bi keviran hatiye çêkirin û bi mîmariya, naqosên xwe balê dikişîne. 
 
WARGEHA RAHÎBAN 
 
Berê dêr bi navê Mor Şmûel û Mor Şemûn dihat nasîn, lê belê paşê geek navên din jî lê hatine kirin. Her wiha navê Dayro d'Umro yanî Deyre-el Umur ku bi suryanî tê wateya wargeha rahîban jî li dêrê hatiye kirin. 
 
GOR LI BER LINGAN E 
 
Tê gotin Rahîb Mor Gabrîel ku di navbera 634-668'an de jiyaye çar mirî sax kirine û suryaniyan gelekî jê hez kiriye. Lê belê Mor Gabrîel di wesiyeta xwe de xwestiya dema mir li ber lingan bê definkirin. Li goristana ku deh hezar ezîz lê hatine veşartin, berê hemû ezîzan li hêla rojhilat û bi awayekî rûniştandî hatine veşartin, lê gora Mor Gabrîel "li ber lingan" hatiye veşartin. 
 
HÎN JÎ LI SER PIYA YE
 
Rêberê dêrê û xebatkarê dêrê yê dildar Kuryakos Acar, alîkariya kesên serdana dêrê dikin dike û ji serdêran re behsa jiyana suryaniyan û baweriya wan dike. Her wiha Acar li gel vê behsa êş û azarên ku suryanî bi wan re rû bi rû mane jî dike. Acar wexta behsa dêrê kir wêne jî nîşan dan û got: "Wêne temsîlî, lê gor rasteqîn in." Bi vî awayî Acar destnîşan dike ku her çend nifûsa suryaniyan kkêm bûbe jî, lê bi hezaran sal in li vê xakê dijîn. Acar, diyar kir ku rojê 700 kes serdana dêrê dikin û got: "Ev hejmar li gor berê kêm e. Ji bilî gerê, dema hûn bixwazin werin vir divê wesayîta we hebe. Mesela hin serdêr ji ber pêkanînan dema dibihîsin dêr li ser rêya Şirnexê ye, dev ji hatinê berdidin." 
 
Acar, diyar kir ku di serdema qirikina ermeniyan û dagiriya moxolan de dîwarên dêrê ên hin jê bi zêran hatine nexşkirin hatine texrîbkirin, lê belê dîsa jî dêr heta niha li ser piya maye û got: "Em dixwazin herkes vê dêra qedîm bibîne." 
 
MA / Metin Yoksu