Bi çar zimanan ‘Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî’ amade kir

img

AMED – Nivîskar-akademîsyen Sabir Ebdulahîzad ji ber zextên dewleta Îranê neçar ma koçî Wanê bikê. Ebdulahîzade bi 4 zimanan “Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî” amade kir. 

Nivîskar û akademîsyen Sabir Ebdulahîzad ji peywîra wî ya Zanîngeha Mahabadê hat girtin. Ebdulahîzad piştî ji peywîra xwe hat girtin dewleta Îranê zext lê kirin û ew jî ji ber zextan neçar ma ku were li bajarê Wanê bicih bibe. Ebdulahîzad bi zimanê kurdî, îngîlîzî, tirkî û farisî “Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî” amade kir. Pirtûk ji Weşanên Sîtavê der çû û ji hezar û 224 têgehan pêk tê. Yekem car e ku ferhengek wisa bi çar zimanî li ser têgehên hiqûqê tê amadekirin. Ev pirtûk ji bo hiqûqnas, akademîsyen, xwendekar û welatiyên di qada navnatewî de xebatê birêve dibin bûye navnîşana çavkaniyê. 
 
AMADEKARIYA FERHENGA DUYEM DIKE 
 
Nivîskar Ebdulahîzad ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî û wiha got: “Li gelek zanîngehên cuda ên cîhanê xwendekarên kurd hene. Ji bo xwendekar bi zimanê dayika xwe xebatên zanist pêk bînin min jî biryara ku ferhengek wiha pirzimanî amade bikim girt. Ji bo destpêkê gavek biçûk e. Lê ji bo pêşxistina zimanê kurdî di qada navnetewî de min girîngiyek mezin da ferhengê. Wê duyem ferhenga têgehên hiqûqa navnetewî di demek nêz de ji Weşanên Sîtavê der biçe.” 
 
‘DIVÊ XWEDÎ LI ZIMANÊ KURDÎ BÊ DERKETIN’ 
 
Ebdulahîzad anî ziman tişta kurdan li hev kom bike û yekîtiya neteweyî ya kurd pêk bîne ziman e û got: “Ji ber vê yekê di çi qadê de dibe bila bibe, divê herî kêm xebatek wan a zimanê zikmakî hebe. Kurdî têra xwe di nava xwe de dewlemend e. Zimanê me bêxwedî hatiye hiştin. Lazim e em xwedî lê derkevin. Divê wezîfeya sereke ya xwendekarên kurd xwedî derketina zimanê dayika wan be.” 
 
‘EM DIKARIN MÎRASAN LI PEY XWE BIHÊLIN’ 
 
Ebdulahîzad da zanîn ku ji bo siberoja gelê kurd diyar bibe lazim e ew mîrasek ji gel re bihêlin û vê xebata xwe jî wek mîrasek ji bo gelê kurd binav kir. 
 
JI BER ZEXTÊN REJÎMÊ KOÇBER DIBIN 
 
Ebdulahîzad destnîşan kir ku polîtîkaya pişaftinê ya li ser kurdan û zimanê wan zikmakî li Îranê jî didome û got: “Li Rojhilatê Kurdistanê gellek xwendekar û akademîsyen hene ji ber zextên rejîma Îranê neçar ji warên xwe veqetin.” 
 
SABIR EBDULAHÎZAD KÎ YE?
 
Sabir Ebdulahîzad di 21’ê Îlona sala 1986’an de li bajarê Urmiyê, Navçeya Mirgewerê, gundê Dizê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, dibistana navendî û lîse li vê navçeyê xwendiye û sala 2006’ê lîsansa hiqûqê li zanîngeha Urmiyeyê qazanc kiriye. Piştre sala 2011’ê ji bo berdewamkirina xwendina xwe diçe bajarê Tehranê û Lîsansa Bilind a Hiqûqê (Şaxa Hiqûqa Navnetewî) li “Zanîngeha Azad a Îslamî” bi dereceya herî baş bidawî aniye. Sala 2014’an doktoraya “Hiqûqa Navnetewî” li “Zanîngeha Hemedanê” qazanc kiriye. Di heman salê de li “Zanîngeha Mihabadê” dest bi mamostatiya hiqûqê kiriye lê sala 2016’an ji ber sedemên siyasî li zanîngehê hatiye avêtin û ji ber fişar û gefên rejîma Îranê neçar maye ku Rojhilatê Kurdistanê cî bihêle. Ew niha li Bajarê Wanê dijî.
 
MA - Lezgîn Akdenîz