Xwîneran pirtûka 'Li Xirarê Tofan Rabû' da îmzekirin

img
MÊRDÎN – Nivîskarê kurd Adil Başaran pirtûka xwe ya nû “Li Xiararê Tofan Rabû” ji xwînerên xwe re îmze kir. 
 
Pirtûka “Li Xirarê Tofan Rabû” ya nivîskarê kurd Adil Başaran a nû ji Weşanên Ber hat çapkirin. Başaran di pirtûka xwe de behsa çîroka 9 welatiyên li gundê Xirarê ya bi ser navçeya Dêrîka Mêrdînê di sala 1993'an de ji aliyê esker û cerdevanan ve hatibûn kuştin dike. Pirtûka bi naveroka bîranînê hatiye honandin. Başaran pirtûka xwe ya kurdî li avahiya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên  Cemaweriyê (KESK) a Mêrdînê gotûbêj li dar xist û pirtûka xwe da nasîn. Xwîneran eleqeyek mezin nîşanî pirtûka Başaran da. 
 
Başaran piştî gotûbêja xwe bersiva pirsên xwîneran da. Gotûbêj bi îmzekirina pirtûkê bi dawî bû.