Fîlmê bal dikişîne ser rojnamevanên li pêyî rastiyê: Gerçek

img
STENBOL - Fîlmê kurt "Gerçek" ku behsa rojnamevanên li pêyî rastiyê ne û tiştên bi wan re rû bi rû dimînin dike, hat pêşandan. Derhênerê fîlm Oktay Aslan got: "Ew lehengên nepen ên vî welatî ne." 
 
Fîlmê kurt "Gerçek" (Rastî) hat pêşandan. Derhêner û senarîstê fîlm Oktay Aslan e. Fîlm behsa rojnamevanên didin pêyî rastiyê dike û bi giştî 7 deqîqe ye. Her wiha fîlm zext û zoriyên ku xebatkarên çapemeniya azad bi wan re rû bi rû dimînin jî vedibêje. 
 
WÊ DI FÎLM DE BILÎSTANA LÊ HAT GIRTIN 
 
Aslan, diyar kir ku ji bo di fîlm de bilîze wî pêşniyar li edîtora rojnameya Ozgulukçu Demokrasiyê ya bi KHK'ê hat girtin Reyhan Hacioglû kiriye, lê belê Hacioglû hatiye girtin. Aslan, destnîşan kir ku mafê nûçewergirtinê û nûçeçêkirinê hatiye sînordarkirin û loma wî fîl ne îronî ye, rastî bi xwe ye. 
 
‘EW LEHENGÊN NEPEN Ê VÎ WELATÎ NE' 
 
Aslan, bilêv kir ku ew tim pêwendiyê bi rojnamevan re datîne û got: "Min bi çavê xwe dît bê di şert û mercên çi qasî zehmet de dixebitin. Li vî welatî keda wan zêde ye. Bi ya min ew lehengên nepen ê vî welatî ne. Loma min xwest behsa wan bikim û kêliyekê be jî dengê bibim dengê wan." 
 
‘LÊGERÎNA JI BO HEQÎQETÊ DIDOME' 
 
Aslan, diyar kir ku niha wexta behsa çewisandinên li ser rojnamevanan tê kirin salên 12'ê Îlonê û salên 90'î tên bîra mirov û got: "Wê çaxê jî rojnamevan bi  kuştin û êrîşên dijwar re rû bi rû diman. Dewletê ev yek veşarî dikir. Lê niha ev êrîş û çewisandin bi awayekî aşkere tên kirin. Niha bi sedan xebatakarên çapemeniya azad girtî ne. Qeyûm tayînî rojname û saziyên çapemeniyê hatin girtin. Lê dîsa jî bi awayekî lêgerîna ji bo heqîqetê tim didome. Min jî di vî fîlmî de bêyî bûyerek hebe bi zimanekî xwerî ev rastî anî ziman. Li vî welatî em di serdemeke ku herkes bêdeng bûye, lê belê çapemeniya azad dipeyive dijîn. Loma divê xwedî li xebatkarên çapemeniya azad bê derketin."