Îzgoren: Ya helbestê bi me dide nivîsandin êş û derd in

img
AMED – Helbestvan Hicrî Îzgoren di gotûbêja xwe ya li Amedê de destnîşan kir ku ya helbestê dide nivîsandin êş û derd  û li Tirkiyeyê mirov xwedî gelek derda ne. 
 
Helbestvan Hîcrî Îzgoren di gotûbêja xwe ya li Bezgîn Bekîrê ya Amedê de helbestên xwe xwendin û pirtûkên xwe îmze kirin. Li gel xwîneran nivîskar Selîm Temo, nivîskar Şener Ozmen, helbestvan Şahîn Altuner jî beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Îzgoren bi xwendina helbesta “Îşgal Altinda (Di bin dagirkeriyê de)” dest bi gotubêja xwe kir. 
 
40 SAL E HELBESTAN DINIVÎSINE
 
Îzgoren di gotubêja xwe de bi bîr xist ku ev 40 sal e ew helbestan dinivîse û tu demê ji helbestê nexeyidiye. Îzgoren got herî zêde êvarî hestên lê peyda dibin li helbestê bar dike. Îzgoren anî ziman ku helbestvan ji tu kesî ne cudatir e û dema hest bi helbestvan re peyda dibe ew jî tenê hevokan saz dike. Îzgoren da zanîn ku her kes li gor xwe helbest û evînê pênase dike û li gor her kesî ew pênase rast in û got: “Kî li gorî xwe çawa pênase bike dike dike. Bextewarî têgehek flû ye yanî şolî ye. Dawiya her eşqê hezîmet e.” 
 
‘DERDÊN ME HELBESTÊ DIDE NIVÎSANDIN’ 
 
Îzgoren destnîşan kir ku helbest êş û hesret e û got: “Li Tirkiyeyê herî zêde helbest tê nivîsandin. Çima? Çimkî derdê me gelek e.” Îzgoren got ew di helbestê de ne alîgirê bikaranîna navê taybet in û ji navên bajaran bigire heta şûnwaran ji bo nivîsandinê tercîh nake. Îzgoren anî ziman ku helbestvan ewil ji bo xwe dinivîsîne û pişt re helbest dibe aîdî civakê. 
 
Îzgoren di ber re hin têgîn jî pênasekirin û got, ew ji peyvê sade hez dike. 
 
Îzgoren bi helbesteke xwe ya kurdî dawî li gotûbêja xwe anî. Pişt re jî ji bo xwîneran pirtûkên xwe îmze kir.