Helbestên Mîkaêlê Reşîd bi latînî çap bûn

img

AMED - Helbestên Mîkaêlê Reşîd cara yekem bi herfên latînî wekî pirtûk çap bûn. Pirtûka ku ji weşanxaneya Belkî bi amadekarîya Îbrahîm Bulak derçû, pirtûkên Mîkaêlê Reşîd We´de, Pencere û Mitale dihewîne.

 
Mîkaêlê Reşîd ji nifşê duyemîn ê wêjeya Kurdî ya Qefqasan e. Ew di dewra xwe de di helbesta kurmancî de bûye pêşeng. Di nav helbestvanên nifşê duyem de Mîkaêlê Reşîd tevî Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen bûne dengê nûjeniya helbesta kurmancî. Lê heta niha ji ber tu berhemên wî bi herfên latînî çap nebûbûn, di nav kurdan de zêde nehat naskirin. 
 
Nîvîskar û lêkolînerê kurd Tosinê Reşîd ji bo helbestên wî wiha gotiye: “Mikaêlê Reşîd form û teherên şiîra Ewropî anîn nav wêjeya kurdî, çawan dibêjin ew di kirasê kurdî de bi cîh kirin.” 
 
Dîsa nivîskar Emerîkê Serdar jî wiha qala helbestvaniya wî dike: ''Ew şayîr û merivekî wisa bû, ku layîqe derheqa wî de her tim bê nivîsarê û bîranînê. Ew şayîrekî wisa bû ku ji mekteba şayîrtiyê derbaz bûbû û ew yek nava afrandinê xweda xwey dikir.''
 
BI SÊ ZIMANAN NIVÎSANDIYE 
 
Mîkaêlê Reşîd ji xeynî kurdî bi rûsî û ermenîkî jî pirtûk nivîsandine. Wî tev de 7 pirtûkên kurdî nivîsandine, ji wan “We´de”, “Pencere” û “Mitale” bi herfên latînî ji aliyê weşanxaneya Belkîyê ve hat çapkirin. Ji xeynî wan her sê kitêban çar pirtûkên kurdî jî nivîsandine û ev pirtûk  wiha ne; "Dilê min” helbest 1960, “Şems” helbest 1970, “Îsaf” helbest 1984 û “Rêdame” helbest 1985.
 
Amadekarê pirtûkê Îbrahîm Bulak got wî bi xwe hîç dest nedaye rastnivîs û ûsila nivîsandina Mîkaêlê Reşîd û di dewra xwe de bi herfên kîrîlî çawa hatibe nivîsandin, bi vî rengî jî li herfên latînî hatiye guheztin.  
 
MÎKAÊLÊ REŞÎD KÎ YE?
 
Mîkaêlê Reşîd di sala 1925’an de, li paytexta Gurcistanê Tiflîsê li malekê kurdên êzîdî ji dayik bûye. Gelek salan di Radyoya Erêvanê ya beşa kurmancî de wek wergêr xebitiye. Wî di nav kurdên Sovyêtê de yekem kes bû ku bi sê zimanan (rûsî, ermenîkî, kurdî) berhem nivîsandine. Helbestvan û rojnamevanê kurd Mikaêlê Reşîd di sala 1985’an diçe rehmetê û li gundê Qamûşliyê li Ermenîstanê tê veşartin.