Xebatên Mala Hunerê ya Degîrmenê bênavber didomin

img

STENBOL - Komeleya Mala Hunerê ya Degîrmenê, ligel xebatên xwe yên atolyeyên erbane, gîtar, tembûr, ney û bilûrê, plansaziya çalakiyên cuda jî dike. 

Li Taxa Gazî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê, di sala 2017'an de komek hunermend Komeleya Mala Hunerê ya Degîrmenê ava kir. Mala hunerê ji roja hatiye avakirin bênavber dixebite. Di bin banê komeleyê de hem ji bo zarokan hem jî ji bo mezinan xebatên cur bi cur tên kirin. Ji şanoyê heta dansê, ji tembûrê heta gîtar atolye hene û her wiha di bin banê komeleyê de Koma Anonîm a muzîkê jî hatiye avakirin. Ji avakarên komeleyê Esra Çagin û endamê Koma Anonîmê Alî Mûrat Yaşar bal kişandin ser xebatên mala hunerê. 
 
HEJMARA ATOLYEYAN ZÊDE BÛ 
 
Çagin, diyar kir ku wan par xebatên xwe bi hin atolyeyan dikir, lê belê îsal wan hejmara atolyeyên xwe zêde kiriye û got: "Par jî Şanoya Ûmûda Yolcûlûk hebû îsal jî heye. Îsal hin hevalan Koma Anonîm a muzîkê ava kirin. Niha em hewl didin wê pêş ve bixin. Her wiha li dersan dersa kemanê jî hat zêdekirin. Niha dersên me yên keman, erbane, bilûr û neyê hene. Ligel vê dersên tembûr, drama û psîko dramayê jî hene." 
 
WÊ SÎNEMA JÎ HEBE 
 
Çagin, diyar kir ku li kêleka mala hunerê polên perwredehiyê hene û got: "Em li wir ji bo dersên dibsitanê alîakriya xwendekarên zanîngeh, lîsa, dibistana navîn û seretayî dikin. Wê ev atolye zêde bibin. Ji xeynî vê em ê hin çalakiyên cuda jî li bernameya xwe zêde bikin. Em ê di pêş de sînemayê jî lê zêde bikin û gotûbêjan çêbikin." 
 
Her wiha Çagin, da zanîn ku derûnaseke wan jî heye û bi alîkariya derûnas pêwendiyê bi zarokan re datînin û got: "Her yekşem saet di 17:00'an de wê li Mala Hunerê ya Degîrmenê şano bê lîstin. Wê di 10'ê Sibatê de ji bo zarokan şano hebe û wê ev mehekê dewam bike."
 
KOMA ANONÎM 
 
Endamê Koma Anonîmê Alî Mûrat Yaşar jî, destnîşan kir ku ji roja ku mala hunerê ava bûye ew tev li gelek çalakiyan bûye û got: "Li vir me 5 kesan ders dida. Hem me ders dida hem jî me xwe ji bo konservatuarê amade dikir. Me dît qabîliyeta me hemûyan heye, me got 'çima komeke muzîkê ya Mala Hunerê ya Degîrmenê tune be?' û me kom ava kir." 
 
Yaşar, got Koma Anonîm temasî herkesî dike. Yaşar, da zanîn ku wan çalakiya xwe ya ewil di 6'ê Çileyê de li dar xistiye û niha ew xebatên xwe yên ji bo repertûar û deng didomînin. 
 
MA / Sadiye Eser