Şanogeran ‘Bûn An Jî Nebûn’ diyarî Leyla Guven kir

img

AMED – Koma Şanoya Bajêr a Amedê piştî demek dirêj lîstika “Bûn An Jî Nebûn” da pêşandan û lîstikê diyarî çalakgerên greva birçîbûnê kir.   

Koma Şanoya Bajêr a Amedê piştî demek dirêj lîstika “Bûn An Jî Nebûn” a ku derhêneriya wê Ruknettîn Gun kiriye û listîk aîdî nivîskarê Melchoîr Lengyel ê Macarîstanê li ser dika xwe dan pêşandan. Gelek şanohez beşdarî lîstikê bûn. Lîstika ji du perdeyan pêk tê welatî kêfxweş kirin.  Di lîstikê de 13 lîstîkvan derketin ser dike. Şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya yê di meha tebaxa 2018’an de çû ser dilovaniya xwe jî di koma vê lîstikê de cih digirt. Li şûna Yalçinkaya lîstîkvanek din hat bicihkirin. Balkêş bû ku şûna Yalçinkaya di lîstîkê de xûya dikir. 
 
Piştî pêşandana du perdeyan a lîstika ku diyarî çalakgerên greva birçîbûnê hat kirin, bi silavdayîna şanogeran xelas bû.
 
Di dawiyê de şanoger Ozcan Ateş axivî û diyar kir ku ew Mîrê Bilûrê Egîtî Cîmo yê du roj berê çû ser dilovaniya xwe bibîr tînin û Cîmo dengê muzîka kurdan gihandiye hemû cîhanê û sersaxî ji malbatê û gelê kurd re xwest. 
 
‘DAXWAZA WAN DAXWAZA ME YE’ 
 
Ateş destnîşan kir ku Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 87 roj in di greva birçîbûnê de ye û gelek kes li girtîgehan û Ewrûpayê jî di greva birçîbûnê de ne. Ateş da zanîn ku wan li avahiya KCD’ê bi telekonferansê bi Guven re hevdîtin pêk anîne û got: “Em bejna xwe li ber çalakiya wan ditewînin. Em daxwazên wan wek daxwazên xwe dibînin û ji kerema xwe re bila her kes deng bide dengê Leyla Guven û çalakgerên din.”