Hunermendan ji bo piştgiriya çalakiya Leyla stranek ristin: Dilê milyonan Leyla

img
STENBOL - Gelek hunermend bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 92 rojin li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye, li hev kom bûn û strana "Leyla" bi hevre strîn. 
 
Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, ket roja 92'emîn. Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye li Amed, Hewler, Firansa, Mexmûr, Şengalê, Silêmaniyê didome. Gelek hunermend bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, li hev kom bûn û strana "Leyla" bi hevre strîn. Hunermendê Fransî Elenore Fourniaui, Ferhat Tunç, Hesen Şerif,  Koma Berxwedan û NÇM'ê jî di  navde gelek hunermend kom bûn û strana "Leyla" bi hevre strîn. 
 
Helbesta newaya stranê Siyasetmedar Fuat Kav ê di 14'ê Tîrmeha 1984'an de li Zindana Amedê ket rojiya mirinê nivîsî. 
 
Newaya gotinên strana "Leyla" hunermend Deniz Deman, Nilgun Başozdeş, Elenore Fourniau, Leman Stehn, Baran Bozyel, Nuray Balik, Ruken Yilmaz, Binewş Roj, Berivan Barcadurmuş, Gulistan Mousa, Perwin Ali, Sevdar Mousa, Xelil Xemgin, Ozan Seyidxan, Ozan Comert, Ozan Emekçî, Ozan Serdar, Ferhat Tunç, Ozan Dilovan, Hesen Şerîf, Necmeddin Xulamî, Rotînda Yetkiner, Baran Tezkorkmaz, Cuma Soner û Diyar Dersim strîn
 
GUVEN: BI HEVIYA EM DI GOVENDÊ DE HEV BIBÎNIN
 
Leyla Guven jî di hesabê xwe yê medya civakî de peyam parve kir û got: "Ev strana muhteşem ku gelek hunermend ji bo min li hev kom bûn û bi awazên xwe gotin, yek bi yek spasiyên xwe parve dikim. Bi hevî û baweriya ku di rojên tije aştî yên em berîya wê dikin, em coşa xwe berz bikin û li ber stranan govendê bigerînin! Baş e hûn hene." 
 
Gotinên stranê wiha ne: 
 
Dimeşe dimeşe jinek dimeşe 
Di desta meşalêyek li pêşiya mîlyonan
 
Ber bi azadiye ve dimeşe 
 
Ez hebum wê her hebim van zincîran bişkinim 
 
Ez im jina serbilind dimeşim
 
Leyla dile milyonayî tu Leyla 
 
Leyla kulilka çiyayî tu Leyla 
 
Leyla pêriya aştiyêyî tu Leyla 
 
Jinek gav bi gav dihele jardibê 
 
Ji xaliya xwe jîn dibe mina teyre sîmurxê
 
Tariya diçîrîne jinek ,hembezkirî roja me milyonan daye pey we 
 
Ber bi azadiyê ve dimeşe."
 
Hûn dikarin li ser lînga "https://www.youtube.com/watch?v=aqRTi_PP1Hg&feature=youtu.be"