Lîstika qala jiyana Zabel Yesayan dike li Amedê hat pêşandan

img

AMED – Di çarçoveya Mihrîcana Şanoya Amedê de lîstikvanên BGST’ê lîstika “Zabel” a ku qala jiyana nivîskara ermenî Zabel Yesayan dike dan pêşandan. 

 
Mihrîcana 7’emîn a Şanoya Amedê ku bi dirûşma “Heqîqet Azad Dike” bi pêşandanên lîstikên cuda didome. Di çarçoveya bernameya mihrîcanê de lîstîka “Zabel” a ku qala çîroka jiyana nivîskara ermenî Zabel Yesayan dike li ser dika Salona Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat pêşandan. Bi sedan welatî li lîstikê temaşe kirin. 
 
Lîstika “Zabel” ku ji aliyê lîstikvanên Civaka Hunera Rapêşî ya Bogazîçiyê (BGST) hat amadekirin ve ji pirtûka “Baxçeyê Sîlehdar (Silahtarın Bahçesi)” a Yesayan hatiye çêkirin. Lîstik ji du perdeyan pêk tê. 
 
Yesayan di sala 1878’an de li Uskudara Stenbolê tê dinê û ev lîstik behsa çîroka têkoşîn û jiyana wê dike. Yesayan jî ji ronakbîrek ermenî ya ku di lîsteya rewşenbîrên ermenî yên di 24’ê Nîsana 1915’an de li Stenbolê tên girtin cih digire. Lîstik kêliyên têkoşîna reva Yesayan a ji Stenbolê dike. 
 
Di dawiya lîstikê temaşevan li çepikan da û lîstikvan silav kirin. Şanoger Rûgeş Kirici derket ser dikê û lîstikvan silav û pîroz kir û tabloyek wêneyên sûrê Amedê diyarî komê kir. 
 
Mihrîcan dê heta 5’ê gulanê bi lîstikên cuda dom bike.