Strana 'Bewar' gihîşt guhdarvanan

img
STENBOL - Strana 'Bewar' birayên Bijîjk Avow  û Dara Lalo ya ku têde serpêhatiyên Şengalê tên vegotin bi navbeynkariya Red Muzîkê gihîşt guhdarvanan. 
 
Klîba strana 'Bewar' a brayên Bijîjk Avow  û Dara Lalo, li ser Platforma Red Muzîkê hat weşandin. Brayên ku ji Kobanê ne ji bo çêkirina muzikê koçî Almanyayê dibin. Bijîjk Avow diyar kir ku ji bo balê bikişînin ser rewşa jinên Şengelî klîb kişandine. 
 
BI ROJ TV'YÊ DERBASÎ RAP'Ê DIBE
 
Bijîjk Avow destnîşan kir ku ji zarokatiya wan ve muzîka rapê ya erebî xweşa wî û kekê wî Dara Lalo diçe û got ku agahdariya wan zêde li ser muzîkê tuneye, lê ji zû gotina muzîkê bi bandor bûne. Bijîjk Avow ragihand ku strana wan a ewil bi erebî ye û anî ziman ku bi saya temaşekirina bave xwe ya Roj TV'yê rapa kurdî nas kirine. Bijîjk Avow di berdewamê de ev tişt got: "Dema ku me guhdar kir, em bûn weke ku sîleyek li me bikeve. Me ji xwe re got, 'Hîp hopa kurdî jî heye' Ev yek bandorê li me kir û me dest bi nivîsandin bi kurdî kir." 
 
Bijîjk Avow herî dawî jî got ku bi strana xwe ya 'Bewar' xwestine balê bikişînin ser serpêhatiyên Şengalê û xwestine serpêhatiyên ku dema êrîşên DAÎŞ'ê pêk hatine bên zanîn.