Texsî li ser Pira Deh Derî peyaseyê dikin!

img

AMED – Li ser Pira Deh Derî ku yek ji berhemên herî dîrokî ya Amedê ye û ji bo çûnhatina wesayîtan girtiye, texsî peyaseyê dikin.

 
Pira Deh Derî, yek ji berhemên herî dîrokî ya Amedê ye. 11 sal berê ji bo çûnhatina wesayîtan hat qedexekirin. Pira ku dirêjahiya wê 178 metre û wfirehiya ê jî 5.6 metre ye û di 1065'an de ji hêla Merwaniyan ve hatiye avakirin, niha ji ber wesayît di ser diçin û tên texrîb bûye. Di sala 2008'an de ji bo êdî wesayît di ser re neçin hat restorekirin. Piştî restorasyonê êdî pir ji çûnhatina wesayîtan re hat qedexekirin. Ji bo ev pira dîrokî hilneweşe di sala 2009'an de kîlometreyeke dûrî pirê Pira Bagivarê hat avakirin. Piştî pir ji çûnhatina wesayîtan re hat qedexekirin êdî her kes ji bo bêhnvedanê tê pirê. 
 
Lê belê her çend ji çûnhatina wesayîtan re hatiye qedexekirin, dîsa jî texsî di ser pirê re diçin û tên û peyaseyê dikin. 
 
MA / Lezgin Akdeniz