Balûken bi pirtûka duyemîn derdikeve pêşberî xwînerê xwe

img

ENQERE - Siyasetmedar, parlamenter û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken ku girtî ye, duyemîn romana xwe ya bi navê “Oko” amade kir. Bakuken wê bi vê pirtûka xwe ya duyemîn dîsa derkeve pêşberî xwînerê xwe. 

 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken, li girtîgeha Sîncanê pirtûka duyemîn nivîsî. Balûken bi romana "Oko" cara duyemîn derdikeve pêşerî xwînerê xwe. Pirtûka Baluken a "Oku" wê ji Weşanxaneya Dipnotê di 14'ê Hezîranê de cihê xwe di refên pirtûkan de bigire. Baluken, vê pirtûkê bi çavê kesên bindest û hemû maf û nirxên wan tên înkarkirin û wêdekirin, cîhana ku bi têkiliyên ne wekhev û bê tehamul hatiye binçilkirin û xwezayê talan û wêram dike vedibêje. Dîsa mirovên bi hêrsa kuçikan xwezayê talan dike vedibêje. Weşanxaneyê di pêşnivîsa xwe de anî ziman ku Baluken bi vê pirtûkê hemû geşedanên li pêş çavên em, lê ew qas jî dûrî aqilê me vedibêje.