'Ahmed Arîf mora xwe li rihê helbestê daye'

img
AMED - Helbestkar Hîcrî Îzgoren diyar kir ku Ahmed Arîf mohra xwe li helbestê daye û wiha got: "Helbestên wî her tim cihana me ya hestan dewlemend kiriye." Helbestkar Şukru Erbaş jî diyar kir ku taybetmendiya ku helbestên Ahmed Arîf mezin dike; paşneguhkirina pirs û êşên gel e. 
 
Îro salvegera mirina helbestkar Ahmed Arîf e. Arîf ku di 21'ê Nîsana 1927'an de li Amedê çavên xwe li jiyanê vekir, di helbestên xwe de her tim li gel bindestdan cih girtiye. 
 
Pirtûka Arîf  a "Hasretînden Prangalar Eskîttîm" ku helbestên xwe yên mîna “Adîloş Bebenîn Nînnîsî”, “Karanfîl Sokaği”, “Otuzuç Kûrşûn”, “Uy Havar”, “Leylîm Leylîm” têde gihandiye hev, cara yekemîn di sala 1968'an de hat çapkirin û ket nav rêza pirtûkên ku herî zêde li Tirkiyeyê hatin çapkirin. Arîf ku di 2'ê Hezîrana 1991'an de li Enqereyê qeyran dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, li pey xwe helbestên xwe yên civakî ku ji dil nivîsand hişt. 
 
Helbestkar Hîcrî Îzgoren û Şukru Erbaş di salvegera mirina wî de qala helbestkariya Arîf kirin.
 
'BEDEWIYA NAZDAR A HELBESTA ME YE' 
 
Helbestkar Hîcrî Îzgoren diyar kir ku Ahmed Arîf mohra xwe li helbestê daye û wiha got: "Bi hestiyariyeke ji êş û zilmê hatiye parzinandin, xeyala cîhaneke dikare lê bê jiyîn ava kir. Ahmed Arîf belbestkarê pirtûkek tenê ye; lê tişta ku bibêjê di vê pirtûka tenê de gotiye û li dijî rizîna bi salan ter û teze sekiniye. Tiştên wî yên veşarî tuneye. Ew bedewiya nazdar a helbesta me ye. Hesasiyeta rêza di gotinê de cewher û di dil de koz bû. Bê tirs û bazar, bêderew, tazî, dilşikestî û keser bû. Asoyê baş hîn kiribû, li rûyê wî weke remza çiyayan kula reş hebû. Sêrpêhatiyeke bi qasî rêzekî, di sêwirandin wî de ne rojek û salekê, serdeman dihewand. Helbesta wî bi nirxên li me û jiyana zêde dikir, her tim cihana me ya fikir û hestan dewlemend dikir û ji hêviyên me re dibû ava jiyanê. Dilê wî bîra dînamêta bû û di 2'ê Hezîrana 1991'an de teqiya. Lê helbestên wî di rêya ku wî weke namûs zanibû de volta davêjin. Her demsal hin cîwantir û berhemdartir." 
 
'JIYANA GELÊ XÎZAN NIVÎSAND'
 
Helbestkar Şukru Erbaş jî destnîşan  kir ku taybetmendiya ku helbestên Arîm mezin dike; paşneguhkirina pirs û êşên gel e û wiha got: "Helbestên xwe di nav hevgirtinekê bi hêz de ava kiriye; Lê di heman demê de helbestên wî helbestên rêzê ne. dibêjê, 'Ez di helbestê de ji heysiyeta rêzê bawer dikim'. Ji vana hemûyan wêdetir taybetmendiya ku helbesta wî mezin dike; paşneguhkirina pirs û êşên gel e. Wî jiyana mirovên kurd, rastiya eşîretê û jiyana gelê xîzan nivîsandiye. Lê helbestê di nav qalibên teng ê herêmî de asê nekiriye. Heke wisa bûna dê bajarên mezin, Anatoliya Navîn, Ege û Trakyayê çawa temê ji helbestên wî bigirta û hez bikira. Wî ji rastiya erdnîgariya xwe, xwe gihandiye rastiya welat û ji vir jî xwe gihandiye rastiya gerdûnî ya mirov û gelên bindest. Di vê yekê de  para nêrîna wî zêde ye."
 
MA / Lezgîn Akdenîz