Helbestvan Ahmed Arîf li Amedê hat bibîranîn

img
AMED – Nivîsakaran li Amedê di salvegera wefata 28’emîn de ya helbestvan Ahmed Arîf bibîr anîn.
 
Nûnertiya Komeleya Nivîskarên Pen a Amedê helbestvan Ahmed Arîf di salvegera koça dawî ya 28’emîn de li ber peykerê wî yê li ber bircên Amedê bibîr anî. Nivîskar û helbestvanên li Amedê dijîn beşdarî bernameya bîranînê bûn û helbestên Arîf xwendin. Nûnerê Nûnertiya Nivîskaran a Pen’ê nivîskar Şeyhmus Sefer di bîranînê de axivî û behsa serpêhatiya jiyana Arîf kir. Nivîskar Îhamî Sîdar û helbestvan Lal Laleş jî di bîranînê de axivîn û behsa jiyana Arîf kirin û ew bibîr anîn.