Ji ber 'Baxçeyê Gel' dîwarê Sûrê rûxiya

img
AMED – Li bin sûrên dîrokî yên Amedê bi boneya "Baxçeyê Gel" şantiyeyeke din jî hat avakirin. Ji ber liv û tevgera makîneyên kar ên giran, dîwarê sûrê yê li rojhilat dinere bi qasî 2 metreyan ketiye. 
 
Navçeya Sûrê ya Amedê di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de ye. Lê belê niha sûrên dîrokî û Geliyê Dîcleyê tên texrîbkirin. Ji ber projeya "Geliyê Dîcleyê ya Qada Rekreasyonê" ya Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, pergala ekolojîk zirara dîtibû û li ser vê heyetek ji UNESCO'yê hatibû û lêkolîn kiribû û piştî lêkolînan xebatên ji bo projeyê hatibûn rawestandin. Paşê Dadgeha Îdarî ya 1'ê ya Amedê projeya navbirî betal kiribû. Lê niha ji bo "Baxçeyên Gel" ku Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ji bo hilbijartinê soza çêkirina wan dabû, makîneyên karî yên giran li dora sûran dest bi xebatê kirin. Di çarçoveya van xebatan de li ber dîwarên sûran ên li rojhilat dinerin şantiyeyek hat avakirin. Ji ber xebatên şantiyeyê dîwarên sûran bi qasî 2 metreyan ketin. 
 
MA / Lezgin Akdeniz