Mîhrîcana Zarokan a Sûrê dest pê dike

img

AMED - Wê sibê Mîhrîcana Zarokan a Sûrê dest pê bike ku ji aliyê rêxistinên sivîl bi awayekî kolektîf hatiye organîzekirin. 

Mîhrîcana Zarokan a Sûrê sibê dest pê dike. Mîhrîcan bi pêşengiya Komeleya Pêşî Zarok û bi alîkariya Ma Musîc, Şanoya Bajêr a Amedê, Zarok TV, ÇoçûkÇA, Komeleya Ekolojiyê, ZimZim, Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Anadolû Kultur, Komeleya Ziman û Çandê ya Mezopotayayê (MED-DER) û gelek sazî û dezgehên din ve tê lidarxistin. 
 
Wê mîhrîcan heta 11'ê Gulanê bidome. Di mîhrîcanê de wê lîstikên kuçeyan, rîtîm, atolyeya darbûkayê, atolyeya stranbêjiyê, atolyeya paşveguherandinê, atolyeya kîl û heriyê, atolyeya kevirboyaxkirinê, atolyaya resm, wêne, govendên gelêrî, pandomîm, hwd. bên lidarxistin. Her wiha wê di mîhrîcanê de fîlmên kurdî yên anîmasyonî, lîstikên şanoyê yên kurdî bên nîşandan û lîstin û wê konsera zarokan bê lidarxistin û pirtûk bên xwendin.