Mîhrîcana Zarokan a Sûrê ya di şopa çand û ziman de ye dest pê dike

img
AMED -  Mîhrîcana Zarokan a Sûrê ku bi armanca şopandina erdnîgerî, çand, ziman û dewlemendiyan tê lidarxistgin dê sibê dest pê bike. Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn diyar kir ku bi mîhrîcana ku dê bi organîzasyona 17 sazî û dezgehan bê lidarxistin zimanan bighînin hev. 
 
Mîhrîcana Zarokan a Sûrê ku bi pêşengiya Komeleya Pêşî Zarok û alîkariya 17 sazî û dezgehên ku şaredarî jî di nav wan de hene tê lidarxistin, dê sibê bi dûrişmeya "Werin em bi tîqetîqa zarokan bigihîjin hev" dest pê bike. Beriya mîhrîcanê bi beşdarbûna Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn, Seroka Komeleya Pêşî Zarok Cevahîr Sadak Duzgun û nûnerên sazî û dezgehên alîkar, li Mala Hunerê ya Laleşê têkildarî mîhrîcanê daxuyaniyek hat dayîn. 
 
Hevşaredar Fîlîz Bûlûttekîn daxuyanîyê da û diyar kir ku ji bo zarokên Sûrê ku şahidiya pêkanîna Rewşa Awarte, koçberbûn û xîzanîyê kirine û bûne mexdurê van pêvajoyan Mîhrîcana Zarokan a Sûrê  li dar dixin û armanca mîhrîcanê wiha anî ziman: "Şopandina erdnîgarî, çand, ziman û dewlemendiyên me. Zarokê veguhêziya wî ya çandî kêm dişibe şaxa bêkok, bi armanca ku em van kokan deynîn me çalakiyên vehuhêziya zimanê dayikê plan kiriye. Şopandina Ahmedê Xanê, Ayşe Şan û El Cezerî. Gihîştina hev, hembêzkirin. Tişta herî girîng em ê ji bo 5 rojan be jî zarokan ji tenetiya ji ber pêşketinên teknolojîk dûr bixin. Em ê firsenda ku bi hemsalê xwe re bibeze, bilîze û biafirîne afirînin."
 
'ME ZIMANAN GIHAND HEV'
 
Bûlûttekîn destnîşan kir ku ji bo mîhrîcanê bi 17 sazî û dezgehan re dixebitin û wiha got: "Em ê di mîhrîcanê de çalakiyên, wejeyî, hunerî, zanistî û xwezayî bi zimanên kurdî (kurmancî-kirmanckî), tirkî û erebî pêşkêş bikin. Em ê bi vê yekê zimanan bigihînin hev. Mafê her zarokî yê ewlehî, nexebitandin, bi çand û zimanê xwe bijî heye em şopdarê van mafan e"
 
PARASTINA JIYANA PIR ZIMANΠ
 
Seroka Komeleya Pêşî Zarok Cevahîr Sadak Duzgun jî bal kişand ser mezinbûna zarokan a bi çand û zimanê xwe û ev tişt got: "Armanca destpêkê ya mîhrîcanê parastina pir ziman û çanda herêmê ya bi zarokan e. Mîhrîcan berhema xebata kolektîf e. Em ê xebatên çand û huner û wejeyê yen bi vî rengî bimeşînin."
 
Piştî daxuyaniyê li kuçeyên Sûrê belavokên têkildarî mîhrîcanê hatin belavkirin. 
 
MÎHRÎCAN BI ŞAHIYAN DEST PÊ BIKE
 
Di çarçoveya Şahiya Zarokan û Mîhrîcana Zarokan a Sûrê geşt bên organezîkirin, sînema, şahî û pêşandan bên lidarxistin û di gelek qadan de atolye bên vekirin. Dê mîhrîcan di 11'ê Hezîranê de bi Şahiya Firfirokan a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bê organîzekirin bi dawî bibe. 
 
Sazî û dezgehên ku piştigirya mîhrîcanê dikin û di nav xebatên mihrîcanê de cih digirin navê wan wiha ye; "Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Sûrê, Odaye Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, Komeleya Pêşî Zarok, Komeleya Hêviyên bi Rengûreng, Komeleya Qadan a Cîwanên Lotis, Ma Musîc, Şanoya Bajêr a Amedê, Zarok TV, ÇoçûkÇA, Komeleya Ekolojiyê, ZimZim, Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Anadolû Kultur, Komeleya Ziman û Çandê ya Mezopotayayê (MED-DER), Mala Hunerê ya Laleşê û Koma Çand û Hunerê ya Amîdart"