'Eger kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê bibe yek ji zimanê herî pêşketî yê cîhanê'

img

STENBOL - Zimanzan Alî Kerîm Huseîn ku Ferhenga Etîmolojiyê ya Kurdî amade kiriye, diyar kir ku li Rojhilata Navîn ji zimanê herî kevnar  yek jê kurdî ye û got: "Eger perwerdehiya bi zimanê zikmakî çêbibe, wê kurdî bibe yek ji zimanên cîhanê yê herî pêşketî." 

Zimanzan Alî Kerîm Huseîn, ferhengeke ku kurdî û 60 zimanan berawirdî hevdu kiriye amade kir. Huseîn, behsa Ferhenga Etîmolojiyê ya Kurdî kur. 
 
Huseîn, anî ziman ku ji berê de ji bo kurdî gelek tiştên ne di cî de tên gotin û got: "Bi van tiştan xemgîn dibûm. Ji ber vê min xwest xebateke zanyariyî bikim. Di dema vê xebatê de li hin rêbazan geriyam. Di nav avn rêbazan de; li gor mijarê, li gor stîlên jiyanê û li gor avaniya fizîkî ya cîhanê min xwest ferhengekê amade bikim. Lê diviya ev ferheng ji ên beriya xwe cudatir bûna. Ji ber vê mecbûr mam kurdî û zimanên din bidim ber hevdu. Dema min ev yek amade kir bi rastî jî tam qaneh bûm ku kurdî zimanekî pir resen e. Zimanên ku min wan û kurdî dan ber hev hema bêje hemû zimanên mirî ne." 
 
Huseîn, anî ziman ku di dema amadekirina pirtûkê de ji gelek çavkaniyan sûd girtiye û der barê latînî, îbranî, farisî de gelek pirtûk xwendine. Huseîn, bilêv kir ku tam du salan lêkolîn kiriye û ji bo ferhenga wî li ser hîmekî zexm be li Viyana, Berlîn, Bruksel û Romanyayê çûye gelek pirtûkxaneyan. 
 
‘KURDÎ YEK JI ZIMANÊ HERÎ KEVN Ê CÎHANÊ YE' 
 
Huseîn, destnîşan kir ku kurdî yek zimanên herî kevn ê cîhanê ye û got: "Kurdî, hevçaxê zimanê wekî hîtîtî û sumerî ye. Ji erebî û farisî kevntir e. Loma ji bo lêkolînkirina kurdî diviya mins erî li zimanên mirî jî bidana. Yanî ji bo heman peyvê tu li hîtîtî, latînî, hûriyî hwd. dinerî bê çawa ne. Li gorî derfetan min lêkolîn kirin. Ev ferheng di heman demê de ji bo kesên dibêjin kurdî zimanekî komkiriyî ye jî di wesfa bersivekê de ye. Di lêkolînê de dewlemendiya kurdî derdikeve holê. wexta bi vî zimanî perwerdehî bê dayîn wê di nav zimanên herî pêşketî yên cîhanê de cih bigire. Wê akribin bibînin bê ka peyv çawa ji Mezopotamyayê koç kirine." 
 
Huseîn, anî ziman ku bi vê xebatê careke din tezên li ser kurdî hatine sêwirandin pûç bûne û got: "Dizanim wê ev xebat li zimanên din jî bê wergerandin. Wê hin zimanzan wergerînin zimanê xwe. Niha em hing otarên li vira parve dikin. Di pêş de ger keys çêbibe ez ê hemûyan wergerînim kurdî. Heta li kurdî neyê wergerandin ji bo min tu wateya vê xebatê tune ye."