Pirtûka “Kurdgalnamek” piştî soranî bi kurmancî derket

img

STENBOL -  Pirtûka “Kurdgalnamek” ku bi farisî hatiye nivîsandin û piştî ku di sala 1943'an de hat ditin li zaravaya soranî hat wergerandin, ji aliyê Weşanxaneya Azad ve li zaravaya kurmancî hat wergerandin.  

 
Pirtûka “Kurdgalnamek” ku ji aliyê Weşanxaneya Azad ve li zaravaya kurmancî hat wergerandin, derket. Pirtûk di sala 1659'an de ji aliyê Axwend Mehemed Salih Zengene Belûçî ve hatiye nivîsandin û di sala 1943'an de jî ji aliyê Mîr Nesirxan Ehmed Zeyî Belûçî ve hatiye dîtin. Pirtûka ku ji 2 cîldan pêk tê bi farisî hatiye nivîsandin. Di sala 2012'an de pirtûk li zaravaya soranî hat wergerandin. Herî dawî jî pirtûk ji aliyê Ziya Avci ve li zaravayî kurmancî hat wergerandin. 
 
Prof. Dr. Cemal Nebez ji bo “Kurdgalnamekê” ev tişt dibêje: "Şerefname çavkaniyeke gelekî girîng bê zanîn jî girîngiya Kurdgalnamekê ji ya Şerefnameyê hindiktir nîne. Kurdgalnamek ku rêwitiya dîrokê dike kurdên Belûç dike mijar. Pirtûk diyar dike ku kurdên Belûç dema Paşayê Keyqubadeyê Mediyan li herêma ku îro weke Belûçîstana tê zanîn bi cih bûne û sedema vê yekê jî weke pêşîgirtina êrîşên li hemberî wan bên kirin aşakera dike.