Şaredariya Cizîrê şahiyeke bi coş a muzikê li dar xist

img
ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê ya HDP'î şahiyeke bi coş a muzikê li dar xist. B sedan kesên ku beşdarî şahiyê bûn, heta saetên dereng ên şevê li ber stranên ji hev xweştir kêf kirin. 
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê ji aliyê Şaredariya Cizîrê ya HDP'î ve di saetên êvarê de şahiyeke muzîkê hat lidarxistin. Şahî li kuçeya Sevgiyê ku bînaya şaredariyê jî lê hat lidarxistin û hunermendên herêmî Rêzanê Batû, Mahabad, Ûmût Botan û Asker Cîzrawî derketin ser sahnê. Her wiha parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz, hevşaredarên Cizîrê û bi sedan kes beşdarî şahiyê bûn. 
 
Hunermendan di şahiyê de stranên ji hev xweştir ên Herêma Botanê gotin û ji welatiyan pûnanekî baş girtin. Welatiyan demeke dirêj li ber stranan govend gerand û bi ronihaya telefonên xwe reng dan şahiyê. 
 
BERTEK NÎŞANÎ HIŞBIR Û FIHÛŞÊ DA
 
Parlamenter Huseyîn Kaçmaz di şahiyê de axaftinek kir. Kaçmaz di axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên hişbir û fihûşê ku di demên dawîn de li navçeyê zêde bûne û nev tişt got: "Divê malbat di van mijaran de baldartir bin û li dijî van bûyeran têbikoşin." Piştî axaftinê girseyê bi dûrişmeya "Em bi berxwedanê bi ser kevin" ji Kaçmaz re çepikan dan.