Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek li benda xwendekara ye

img
ŞIRNEX - Li Komelaya Ziman û Çandê ya Birca Belek qeydên ji bo kurdî dest pê kirin. Bahattîn Robar ku di nav xebatên komeleyê de cih digire, bilêv kir ku ji bo pêşxistina ziman ew li benda piştgiriyê ne û dixwazin her kes tev li kursên wan bibe. 
 
Hefteya borî li navçeya Cizîr a Şirnexê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek hat vekirin. Wê çend hefte şûnde li komeleyê dersên ji bo kurdî dest pê bikin. Ji bo kursên ziman qeyd dest pê kirin. 
 
Nivîskar Bahattîn Robar ku di nav xebatên komeleyê de cih digire, diyar kir ku di warê pêşxistin, lêkolînkirin û hînbûna ziman de ew li benda alîkariyê ne. Robar, destnîşan kir ku Cizîr di warê çand û zimanê kurdî de navendeke sereke ye ûg ot: "Em peyrewên Celadet Bedirxan, dixwazin vî zimanî bi pêş ve bixin. Loma divê em hewl bidin ev ziman bijîû bidin hînkirin." 
 
JI BO KURSAN LI BENDA HER KESÎ NE 
 
Robar, da zanîn ku li komeleyê ji xeynî perwerdehiya ji bo ziman wê di gelek qadan de xebat bên kirin û got: "Wê kursên me ji sê astan pêk bên. Ên dixwazin xwe bi pêş ve bibin û bibin prispor, ji bo wan wê kursên me yên mamostiyê hebin. Niha qeyd dest pê kirine. Wê kursên me 20 roj şûnde dest pê bikin. Gelek hevalên me yên xwedîtecrûbe hene. Wê ev hevalên me kursan bi rê ve bibin." 
 
JI BO PIRTÛKXANEYA MELAYÊ CIZÎRΠ
 
Herî dawî Robar, anî ziman ku ew dixwazin bi navê Melayê Cizîrî pirtûkxaneyekê çê bikin û ji bo vê bang li her kesî kir ku alîkariya wan bikin. 
 
MA / Gokhan Altay