Fanzîna 'flashhilat' ji bo piştgiriya Rojava di hejmara 9'an de bi navê 'flashava' derket

img

AMED - Fanzîna fotografiyê "flashhilat", di hejmara xwe ya 9'an de bi navê "flashava" derket. Edîtorî ji bo hejmara 9'an a bi navê "flashava" dibêje: "Em bi bakur, başûr, rojhilat û rojavayê xwe hene. Fanzîna me ya ji fotografîyê dinizile jî di hejmara 9'an de navê xwe ''flashhilat''ê diguherîne û dike 'flashava'."

Fanzîna fotografîyê, flashhilat, hejmara 9'an ji bo piştgirîya Rojavayê Kurdistanê bi navê ''flashava'' derxist. Fanzîna ku bi edîtoriya Omer Farûk baran derdikeve ji bo "flashava" dibêje: ''Em bi bakur, başûr, rojhilat û rojavayê xwe hene. Loma, fanzîna me ya ji fotografîyê dinizile, di hejmara nehan de navê xwe 'flashhilat'ê diguherîne û dike 'flashava'; sed silav û serketin li neteweya me ya li vê hêlê û li wê hêlê.'' 
 
Di hejmara fanzînê ya bi navê "flashava"yê de; Esra Gultejşn bi otoportreyên bi navê wan "Sînorên Redkirinê" bal dikişîne ser kifşkirina rû, por û bedenê; Ciwanmerd Kulek bi nivîsa xwe ya "Fotraf û Bîr II" îşaret bi ferqa navbera fotografiya dîjîtal û matbû dike; Şêxo Filîk hin hevokên Italo Calvino û Yavuz Ekinci bi bîr dixe û bi fotografekî ku Evîn Filîkê girtiye bi navê "Berojkê Kolajê" çê dike; Muşerref Gönül Açar, bi ''Şemamok, Bûn An Jî Nebûn''ê li dû şopa toza rêwîtîyeke li Îranê dikeve; Birûsk Aryan bi ''Rûniştina li Ser Derencekan'', ''ji Zênebê re malavayîyek'' dişîne; Filiz Sutpak bi fotografekî kûçikekî behsa ''parêzvanî''yê dike û di berga paşî ya fanzînê de bi navê ''Nexşeya Nebûnê'', fotografekî Rêkaş Qaso heye.