Wênesazên jin kuçeyên Sûrê bi wêneyan dixemilînin

img
AMED – Wênesazên jin kûçeyên Sûrê bi wêne ango fîgûrên Dengbêj Fatma Îsa û Şahmeran û gelek wêneyên din xemilandin. 
 
Şaredariyê Sûrê û Navenda Çanda Iva bi armanca kuçeyên dîrokî yên Sûrê xweşik bikin û bixemilînin xebata grafît tê kirin. Di çarçoveya projeyê de wênesazên jin li kuçeyên Sûrê bi wêne ango fîgûrên Dengbêj Fatma Îsa, Şahmeran û gelek wêneyên din dixemilînin û xêz dikin. Heta niha dîwarên li kuçeyên Mala Dengbêjan, Navenda Hunerê ya Laleşê û Kafeya Duçemê bi wêneyan hatine xemilandin. 
 
‘ME XWEST EM BALÊ BIKIŞÎNIN SER DENGBÊJIYÊ’ 
 
Wênesaz diyar dikin ku armanca wan ew e ku kuçeyan xweşik bikin û cudahiya zayendiya civakî ava bikin û gotin: “Me fîgûrên jinan li ser dîwarên kuçeyên Sûrê xêz kir. Xebata me Şahmeran bû. Efsaneya Şahmeran li vê herêmê pirr tê zanîn. Me li dîwarê kuçeyek din wêneyê Dengbêj Fatma Îsa çêkir. Em dizanin ku ji bo kurdan dengbêjî çiqas girîng e. Me xwest bi vê xebatê bal bikişînin ser girîngiya dengbêjên jin.” 
 
‘ARMANCA ME XWEŞIKKIRINA SÛRÊ YE’ 
 
Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn jî da zanîn ku armanca wan ew e ku bi vê xebatê Sûrê bêtir xweşik bikin û got: “Em li gorî hesasiyeta parastina dîrok û çanda Sûrê wêneyan jinan xêz dikin. Heta niha li çend kuçeyên hatine diyarkirin xebat hat kirin. Lê wê ev xebat berdewam bike. Jinan kuçeyên me xweşik kirin û xemilandin û dê dewam bikin.”