Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Sûc û Ceza dest pê kir

img
STENBOL - Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Sûc û Ceza ku bi mijara "Ji Herkesî re Adalet" di çarçoveya Rojên VîsîonIST Endustriyê de tê sazkirin, dest pê kir.
 
9'emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Sûc û Ceza ku bi mijara "Ji Herkesî re Adalet" di çarçoveya Rojên VîsîonIST Endustriyê de tê sazkirin, li Plaza Crownê ya navçeya Şîşliyê ya Stenbolê tê lidarxistin, bi panelek dest pê kir. Di mihrîcana ku heta 25'ê Mijdarê bidome de dê di hêla sînemayê de xebatên atolyeyê û semppozyûm bên lidarxistin. Di roja dawîn a mihrîcanê de pêşbirka senaryoyên fîlman bê lidarxistin.