Deverên dîrokî bûne wargeha defînegeran

img

AMED - Li navçeya Gêlê deverên dîrokî, hem wekî axurê heywanan tên bikaranîn hem jî defînegeran ew kirine wekî kunên xiltan. 

 
Navçeya Gêl a Amedê, ji bo Hûrî, Mîtanî, Ûrartû, Asûr, Med, Pers û Împaratoriya Romayê malovanî kiriye. Li navçeyê qebr û turbên pêxemberan û gorên qiralan hene. Lê belê li Taxa Qonaxê ku 16 kîlometreyan dûrî navçeyê ye, deverên dîrokî bêxewdî hatine hiştin û ji ber vê bêxwedîtiyê tên texrîbkirin. Li vê taxê bermayiyên ji dema Asûrî û Romayiyan mane hene. Lê piraniya van deverên dîrokî di bin axê de mane. Her wiha ji van deverên dîrokî gelek jê jî bûne wargehên defînegaran. Defînegeran, li van deverên dîrokî glek cih kolandine û hêjayî gotinê ye ku ev dever kirine wekî kunên xiltan. Her wiha li taxê hin kesan jî ev dever kirine axur û tê de heywanên xwe xwedî dikin. 
 
MA / Mehmet Şah Orûç