Mîkaîl Aslan: Em li ziman û çanda xwe xwedî derkevin

img

AMED – Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê konser li dar xist û di konserê de got: “Em li ziman û çanda xwe xwedî derkevin.”  

Hunermend Mîkaîl Aslan li Mordem Hunerê ya li Amedê konser li dar xist. Gelek welatî beşdarî konserê bûn. Hunermend Mem Ararat û nivîskar-helbestvan Selîm Temo jî di konserê de cihê xwe girtin. 
 
Aslan stranên xwe yên zaravayên kirmanckî û kurmancî yên ji hev xweştir gotin û dengê tembûr û gîtara wî ya navdar li salonê olan da. 
 
Aslan ê ku bi eşqek mezin li tembûrê dixe di dawiyek stranekê de rabû pêya û tembûra xwe maçî kir û da eniya xwe.
 
‘EM LI ZIMAN Û ÇANDA XWE XWEDÎ DERKEVIN’ 
 
Aslan di navberê de axaftinên kurt jî kir û diyar kir ku rojnameyek nû bi navê Xwebûn derketiye û rojnameyê pîroz kir û xwest her kes li xwebûnê xwedî derkeve. Aslan got: “Navê strana min Miraz jî dema min xwest ez bim min nivîsand. Li vir zor e ku tu bibî xwe. Tu dikarî bibî her tişt lê nikarî bibî xwe. Dibêjin ‘heke tu neşibî min ez ê nehêlim tu bijî.’ Ziman û çanda me bêqîmet hatiye hiştin. Xezîneya me ji me dizî kirine.” 
 
Aslan bi taybetî bal kişand ser tunekirin û pişaftina li ser ziman û çanda kurdî û got: “Divê zarokên me bi zimanê dayika xwe biaxivin. Xwezî me eleqeya nîşanî zimanên din didin em nîşanî zimanê xwe jî bidin. Lazime her kes di warê xwe de li ziman û çanda xwe xwedî derkevin."