Di 21'ê Sibatê de dê gelek çalakiyên ziman bên birêvebirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi rasthatina 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Navnetewî dê li gelek bajaran sazî û dezgehên kurdan çalakiyên ji bo ziman li dar bixin. 

21'ê Sibatê li cîhanê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî tê pîrozkirin. UNESCO'yê di roja 17'ê Mijdara 1999'an biryar girt ku 21'ê Sibatê bibe Roja Zimanê Zikmakî. Kurd jî her sal di vê rojê de hin çalakiyan li dar dixin. Hin ji çalakiyên îsal jî dê li gelek bajaran werin lidarxistin. Dê ev çalakî bi awayên panel, daxuyanî û şahiyan bên birêvebirin. 
 
 
Li gorî nûçeya Diyarnameyê hin ji van çalakiyan wiha ne:
 
AMED
 
Li Amedê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê li ser mijarê dê panelek li dar bixe. Panela ku nivîskar-parêzer Şêxo Filîk dê moderatoriya wê bike de parêzer Mehmet Emîn Aktar dê li ser "Hiqûqa navneteweyî û astengiyên li ber parastina bi zimanê zikmakî", Nadîre Guntaş Aldatmaz li ser "Peyniya Polîtîkaya Ziwanan de Halê Kirmanckî (zazakî)" û nivîskar Selîm Temo jî dê li ser "Kurdî: Ji do ber bi sibê ve" biaxive.
 
Panel 23'yê mehê saet 10.30'î de li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê dê bê lidarxistin.
 
Komeleya Wêjekarên Kurd ku beriya niha bi demek kin hat vekirin dê di Roja Ziman de ew jî panelek li dar dixe. Panela ku Moderatoriya wê dê Azad Zal bike nivîskar Nesrîn Navdar û nivîskar Osman Ozçelîk dê wekî axiftvan beşdar bibin. Panel roja 20'ê sibatê di saet 18.00'an li cihê Komeleyê li dar bixe. 
 
ÊLIH
 
Şaredariya Êlihê di bin moderatoriya Herdem Merwanî de panelek bi beşdariya perwerdekar-rojnameger Mehmet Şahîn, perwerdekar Dîlan Aydin û Cemîl Guneş panelek li dar dixe. Panel 21'ê Sibatê saet 19.30'an de dê li Navenda Çanda Ahmet Guneştekîn bi rêve biçe.
 
Her wiha di 20'ê sibatê de li heman cihê û armancê lîstika şanoyê "Zargotin Zêrgotin e" ya Teatra Mencel a Wanê ve tê lîstin. 
 
STENBOL
 
Li Stenbolê çend çalakî li ser vê rojê li dar dikevin.
 
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Navenda Çanda Mezopotamyayê û Sînemaya Mezopotamya bi hev re çalakiya "Jiyan bi zimanê dayikê xweş e" li dar dixe. Di vê çarçoveyê de roja 21'ê Sibatê di saet 19'an de dê belgefîlma Ardîn Dîren a bi navê "Her mal dibistanek" nîşan bidin. Nîşandayîna belgefîlm li Yapim 13'ê saet di 19.00'an de ye (İnonu Mah. Harbiye Çayiri Sok. No 3 Kat 2, Harbiye-Şişli)
 
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi sernavê "Aktîvîzma zimanî li ba kurdan" panelek li dar dixe. Di panela ku Remziye Alparslan dê moderatoriya wê bike de dê Miraz Ronî, Samî Tan û Zana Farqînî biaxivin. Panel êvara 22'ê sibatê di saet 19'an de li Odeya Tabîban a Stenbolê li dar dikeve.
 
ÎZMÎR
 
Li Îzmîrê jî bi sernavê "Çima kurdên bakur bi zimanê xwe rapeyivin" panelek li dar dikeve. Panela ku Janya Acar dê moderatoriya wê bike de Mustafa Borak û Nuri Sinir dê biaxivin. Panel roja 22'yê sibatê di saet 15'an de li Salona Navenda Kongreyê ya Tepekuleya Egeyê bê lidarxistin. 
 
ÇEWLIG
 
Li Çewligê jî Şaxa Egîtîm-Senê bi heman armancê dê bi beşdariya nivîskar Roşan Lezgîn sohbetek li ser "Di edebiyata zazakî de nasnameya etnîkî" li dar bixe û dê Lezgîn pirtûkên xwe îmze bike.