'A ku netewekî li ser piya dihêle û hêzê dide gel ziman e'

img

WAN - Lîstikvana Şanoya Mencelê Dilvîn Abî, di hunerê de bal kişand bikaranîna zimanê kurdî û got: "Ê gelekî li ser piya dihêle û hêzê dide gel ziman e." Abî, destnîşan kir ku zimanê qadên jiyanê hemûyan bi kurdî be. 

21 Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, ji bo kurdan rojeke pir girîng e. Lîstikvana Şanoya Mencelê Dilvîn Abî, bi boneya vê rojê bal kişand ser girîngiya bikaranîna zimanê kurdî ya di qada hunerê de û got: "Ê gelekî li ser piya dihêle û hêzê dide gel ziman e." Abî, destnîşan kir ku zimanê qadên jiyanê hemûyan bi kurdî be. 
 
'DIVÊ HUNERA ME BI ZIMANÊ ME BE' 
 
Abî, anî ziman ku ziman, dîrok û huner hêmanên sereke ên hebûna gelekî ne û got: "Ez kurd im û ez bi zimanê xwe û dîroka xwe heme. Herî zêde li ser dikê dikarim zimanê xwe, dîroka xwe û tiştên diqewimin bînim ziman û ragihînim. Heger ev bi zimanê zikmakî be, tişta herî biqîmet e. Tişta herî baş kurdan îfade bike, wan geh kêfxweş bike geh jî xemgîn bike şanoya kurdî ye. Herî zêde em dikarin xwe bi zimanê xwe bilêv bikin. Yek ji qadên hunerê ku dibe cihê moral û hêzê şano ye. Carinan mirov ji jiyanê enerjî û moral nagire, lê bi replîkeke biçûk jî dikare bigire. Loma yek ji hunerên ku bikaribe dîroka kurdan baş ragihîne jî şanoya kurdî ye. Em xwedî li zimanê xwe û dîroka xwe derkevin." 
 
'EM XWE BI ZIMANÊ XWE BÎNIN ZIMAN' 
 
Abî, destnîşan kir ku divê zimanê qadên jiyanê hemûyan kurdî be û got: "Banga min ji bo hemû kurda ye; em xwedî li zimanê xwe derkevin. Li malê, li çarşiyê, li alvêrê, li dibistanê, di wesayîtê de, di sohbetan de, li panelan yanî li qadên jiyanê hemûyan em xwe bi zimanê xwe bînin ziman. Kurdî têra her qadê dike. Em xwedî li şanoyên kurdî, konserên kurdî, panelên bi kurdî û stranên kurdî derkevin. Nivîskarên me yên baş hene. Em lîstikên şanoyê binivîsin. Bi hezaran çîrok, xebroşk û destanên me hene. Em dikarin vana bikin lîstik. Dikarin di vî warî de alîkariya me bikin. Em şanoger heta ji destê me bê em ê şanoyan binivîsin." 
 
MA / Cemîl Ûgûr