Li Pirtûkxaneya Lîlavê wê pirtûka Demîrtaş ‘Leylan’ bê îmzekirin

img
AMED - Pirtûkxaneya Lîlav, wê ji bo romana Leylan a Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de nivîsand, roja îmzeyê li dar bixe.
 
Pirtûkxaneya Lîlav, ji bo romana Leylan a Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş a di girtîgehê de nivîsandibû, wê li Amedê roja îmzeyan li dar bixe. Pirtûkxaneya Lîlav wê roja Şemiyê 29’ê Sibatê saet 15:00’an de roja îmzeyê pêk bîne. Hevjîna Demîrtaş Başak Demîrtaş û xwişka wî Aygul Demîrtaş wê pirtûka Selahattîn Demîrtaş ji bo xwendevanan îmze bikin.
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, berê jî li girtîgeha lê dima, pirtûkên bi navê “Seher” û “Devran” nivîsandibû.