Akademiya Muzîkê ya Ma’yê 3’yemîn sala xwe pîroz dike

img

AMED – Akademiya Muzîkê ya Ma ku bi zimanê zikmakî perwerdehiya muzîkê dide dê bi şahiyekê salvegera xwe ya 3’yemîn pîroz bike. Berpirsê Akademiyê Şêrko Kanîwar got armanca wan ew e xebatên xwe ji bilî Amedê veguhezînin bajarên din jî. 

Akademiya Muzîkê ya Ma ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya ji bo mezin û zarokan bide beriya bi 3 salan hatibû avakirin. Akademiya piştî di 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Amedê hat kirin hatibû sazkirin û salvegera xwe ya 3’yemîn pîroz dike. 
 
Akademiyê di nava 3 salan de bi ser 3 hezar kesî re têkilî danî û niha bi ser 700 kesî re şagirt ango xwendekarên wê hene. 
 
Pîrozbahiya salvegera 3’yemîn bi beşdariya Akademiya Dengbêjan ku di bin banê Ma’yê de dixebite dê roja 4’ê Adarê saet li 16.00’an li cihê xwe pêk bîne. Berpirsê Akademiyê hunermend Şêrko Kanîwar derbarê xebatên akademiyê de agahî da.
 
‘QEYÛMAN XEBATÊN ME ASTENG KIR’ 
 
Şêrko Kanîwar bal kişand ser girtina sazî û dezgehên çand û hunera kurdî yên yek bi yek bi destê qeyûman hatin girtin û tayînkirina qeyûman bandorek neyînî li ser xebatên çand û hunera kurdî dikin. Kanîwar anî ziman ku tevî hemû astengiyan jî ji bo daxwazên gelê kurd ên çand û hunerî pêk tînin û piştî wan saziya xwe ava kiriye gelek kesan jê sûd wergirtiye. 
 
‘ME SOZ DABÛ’ 
 
Kanîwar da zanîn ku ew bi bawerî û eşq derketine rê û wiha got: “Me soz da ku em ê zarokên vî bajarî bê muzîk nehêlin. Em bi rêgeza ‘Ji bo her kesî û li her deverê muzîk’ hatine heta îro. Em li ser gelek beşên muzîkê dixebitin. Ji Orkestra Rîtmên Xwezayî û Orkestra Zarokan bigire heta xebatên dengbêjî ya akademîk em xebatên xwe birêve dibin.”
 
Kanîwar diyar kir ku tişta ku akademiya wan cuda dihêle ew xwerî bi zimanê zikmakî yê kurdî perwerdehiyê didin şagirtên xwe. 
 
JI BO DENGBÊJÎ TUNE NEBE
 
Kanîwar destnîşan kir ku ew ji bo çanda dengbêjî ya ku bi tunebûnê re rû bi rû maye jî bi awayek sîstematîk û periyodik perwerdehiya wê didin û eleqeya ji bo Akademiya Dengbêjiyê wan gelek kêfxweş dike. Kanîwar got ew xebatên serkeftî hildiberînin. 
 
BI ZARAVAYÊN KURDÎ PERWERDE 
 
Kanîwar da zanîn ku ew li gel zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî bi zimanê ermenî û erebî perwerdehiyê didin û xwendekarên xwe bêalternatîf nahêlin. Kanîwar got wan pirtûkek stranan çap kirine. Kanîwar diyar kir ku ew ê di demên pêş de hin xebatên cuda yên muzîkê biafirînin. 
 
MA / Lezgîn Akdenîz