Hunermendê girtî Erkan Benlî nameyek şandiye

img

STENBOL - Hunermend Erkan Benlî ku di dema qedexeya derketina derve de li Nisêbînê hat girtin û cezayê mubeta giran û 20 sal û 3 meh ceza lê hat birîn, nameyek şand. 

Hunermend Erkan Benlî, di sala 2015'an de ji bo konserekê ji Stenbolê çû Nisêbînê û demek li Nisêbînê ma. Gava li Nisêbînê bû gelek konser li dar xistibûn. Lê belê piştî di sala 2016'an de qedexeya derketina derve hat îlankirin êdî nikaribû ji bajêr derkeve. Di 26'ê Gulana 2016'an de perçeyên şarapnelê li ketin û birîndar bû û bi birîndarî hat binçavkirin û paşê hat girtin. Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê jî cezayê muebeta giran û 20 sal û 3 meh ceza lê birîn. Benlî demekê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ma, paşê ji wir sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tokatê hat kirin û niha jî di Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê de ye. 
 
Benlî, nameyek şand ji ajansa me re û tiştên hatine serê wî vegotin. 
 
Benlî ku di canê wî de perçeyên şarapnelê hene, aniye ziman ku li Ebexa Wanê hatiye dinê û dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Wanê xwendiye û paşê berê xwe daye rojavayê Tirkiyeyê. Benlî, diyar kir ku di malbateke feodal û hinekî jî dîndar mezin bûye û ji bo devjêberdana dibistanê wiha dibêje: "Di dema lîseyê de çûm rojavayê Tirkiyeyê. Wê demê min tê derxist ku peragal perwerdehiyê ya heyî mirovan xêvokî dike. Helbet ev nêrînek e. Loma dixwazim wekî rexneyeke bê fêmkirin. Mecbûr mam dev ji dibistanê berdim. Di wê saziyê de hema bêje îdealên min ên jiyanê pir kêm bûn." 
 
BANDOR JI DENGBÊJAN GIRTIYE 
 
Benlî, ji bo daxilbûna xwe ya nav muzîkê jî wiha dibêje: "Rojekê ez û bavê xwe çûbûn qezê. Hê biçûk bûm. Radyoyek ji min re kirîbû. Wê demê MP3, amûrên muzîkê yên bi vî rengî tunebûn. Ji xwe amûra teknolojiyê ya ku min ewilî bi kar anîiye jî qumandaya televîzyonê ye. Li pişt gundê me zinarekî mezin hebû. Radyo tenê li wir dikişand. Rojekê çawabû nizanim li leqayî frekanseke kurdî hatim. Frekansa radyoyeke kurdî ku weşana wê li Ermenîstanê bû. Paşê hîn bûm ku Radyoya Êrîvanê ye. Pir kêfxweş bûm. Hema bêje her êvar diçûm ser wî zinarî û min stranên kurdî guhdar dikir. Êdî hêdî hêdî navê hunermendan hîn dibûm. Qerapetê Xaço, Sûsika Simo, Şakiro, Miradê Kinê, Şeroyê Biro hwd. Bi taybetî jî cîhaneke ruhî ya Şeroyê Biro pir cuda bû. Her wiha Miradê Kinê jî bi dengê xwe karekterine cuda dida der. Mirovene muhteşem bûn. Pir tesîr li min dikirin. Bi vî awayî hînî strannên dengbêjiyê bûm. Her çû min ew ji ber dikirin û bi vî awayî repertûareke min a dorfireh çêbû. Dû re hêdî hêdî min dest bi strandinê kir. Paşê li gor perspektîfeke zanistiyî di warê teroriyê de li ser muzîkê hûr bûm." 
 
XEBATA EWIL 'KOBANÊ' 
 
Benlî, bilêv dike ku di Adara 2013'an de li Kolana Îstiklalê ya Beyoglûyê dest bi muzîkê kiriye û dibêje, bi muzîka li kuçeyê girseyeke wî ya guhdarvaniyê çêbûye. Benlî, tîne ziman ku gava li kuçeyan distriya tenê armancek wî hebû û dibêje: "Ew jî stranên şoreşê yên kurdî bûn û bawerim bi ser ketim jî. Ji xwe paşê kom di warê nirxên etîk de çeql bû. Piştî min dev ji komê berda, xebata min a ewil, klîba min 'Kobanê' bû. Dû re min klîba strana 'Bûka Bavê Min' çêkir. Pişt re jî min dest bi xebatên albûmeke pirdengî kir. Sala 2015'an, saleke pevçûnî bû û li ser gelê me êrîşine mezin hebûn. Diviya ez jî daxilî wê pêvajoyê bibûma." 
 
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ ZILMÊ 
 
Benlî, di nameya xwe de diyar dike ku li herêmê her tim çewisandin û zilm hene û dibêje: "Li dijî zilma li ser gelê me, ez dibêm berteka min a bi vî rengî a herî rast e. Ji bo mirov pêşerojê baş biafirîne divê mirov dema niha rast û bi dilêrî binirxîne. ev berpirsiyariyeke me ya şoreşgerî ye ku divê lis er asasê vê rastiyê mirov li se rpirsgirêkan hûr bibe. Gelê me di rewşeke wiha de ji bo ji dîrok neyê malaştin û ji bo sifetên lanetiyî yên li ser xwe bavêje ketiye nav parastin û berxwedaneke bêhempa." 
 
Her wiha Benlî ji bo pêvajoya xwe ya tedawiyê jî dibêje: "Li girtîgehan pêvajoya tedawiyê cuda ye. 4 sal in tedawiya min bi dermanan dewam dike. Wisa xuyaye ez ê emliyat nebim. Çimkî dibe ku milê min ê rastê zirarê bibîne. Wê heya demeke dirêj wekî mêvanekî nevexwendî di milê min de bimîne. Di warê fikrî û ruhî de pir baş im. her çar aliyê em dîwar  û beton in. helbet em bîriya axê û şênahiyê dikin. Ne şaş bim di mîtolojiyê de behsa qehramenekî bi navê 'Anteûs' tê kirin. Hêleke qels a Anteûs heye. Ji bo Anteûs têk bê şikandin divê lingê wî temasî axê nebe. Herkulê ku kesayetiya çîna serdest vedibêje, radibe Anteûs bilind dike û pêwendiya wî ya bi axê re qut dike û bi vî awayî Anteûs têk dişikê. Yanî tişta dixwazim bêjim mirov hêza xwe ji axa ku li ser re digire. Girtîgeh mirovan ji axê dûr dixin û dixwazin mirovan bêhêz bikin. Lê tiştekî ku van efendiyan ji bîr kiriye û nabînin heye. Em ax in û ax em in. Laş ax e û em û axê pev re ne. Em bi qasî kumek ax jî bimînin em ê hêza xwe jê bigirin." 
 
BANG LI CIWANAN KIR 
 
Benlî, diyar dike ku ji roja ku hatiye girtin heya niha tiştek neguheriye û dibêje: "Berpirsiyaruiyeke mezin dikeve ser milê ciwanan. Hêla herî dînamîk a civakê ciwan in û ciwan çînçînî nebûne. Divê ciwantiyeke ku di bin kevneşopiya fermî de neeciqe hebe. Bi krut û kurmancî dikarim van tiştan bêjim. Silav û rêz ji bo gelê me yê mazlûm û çîlekêş, silav û hezkirin ji bo heval û hogiran." 
 
MA / Sadiye Eser