'Hemû malbat bi hunerê eleqeder dibin'

img

AMED - Stranbêj û Mamosteyê Mûzîkê Bêwar Tekbaş, diyar kir armanca wî stranên kurdî yên nayên zanîn û guhdar kirin bêje û bide naskirin û got: “Heke em li çand û zimanê xwe xwedî derkevin û bi parêzin dê çand û zimanê me her gav zîndî bibe.” Tekbaş anî ziman ku hemû endamên malbata wan bi hunerê eleqeder dibin. 

Stranbêj û Mamosteyê Mûzîkê Bêwar Tekbaş ê 30 salî ji Gundê Spîndarê yê navçeya Amediyê ya Dihok a Başûre Kurdistanê ye. Piştî ku malbata wî ji ber êrîşên hikumeta Îraqê û Komkujiya Helepçeyê koç kir, li Gundê Mecîcê yê navçeya Gevera Colemêrgê bi cih bû, Tekbaş li wir ji dayik bû. Piştî sê salan derbasî Gunde Biyadir ê navçeya Çelê ya Culemêrgê bû. 5 salan li wir ma û derbasî navenda Colemêrgê bû. Li vir dibistana seretayî, navîn û lîseyê xwend. Pişt re li Zanîngeha Dîcle ya Amedê beşa Mamostetiya Mûzîkê xwend. Niha li Amedê li dibistaneke taybet Mamostetiya Mûzîkê dike û li ser stranên kurdî yên gelerî dixebite. Tekbaş, têkildarî xebatên xwe anî ziman ku armanca wî stranên kurdî yên nehatine guhdar kirin û hatine ji bîr kirin bi tarzê xwe bêje.
 
‘YÊN MALA ME HEMÛ BI HUNERÊ VE ELEQEDAR IN’
 
Tekbaş, diyar kir ku ji ber dengbêjî karekî pîroz e nikare ji xwe re bêje dengbêj û wiha got: “Ez dengbêj nînim dengbêjî tişteke pîroze. Çiqas ku ji destê min tê ez stranan dibêjim. Stran gotin jî ji ber ku di nava malê de hatine gotin derbasî min jî bûye. Ez dişêm bêjim ez stranbêj im. Yên mala me hemû bi hunerê ve eleqedar in. Bavê min diya min stran digotin. Birayê min ê mezin tembûr lê dixist û stran digot. Di malê de stranbêj gelek bûn. Ji ber vê yekê tesîra wan li ser min gelek çêbû. Gelek dengbêjên wekî Mihemed Arif Cizrawî, Tehsîn Taha, Erdewan Zaxoyî, Ebdulwahed Zaxoyi îlham da min. Dîsa gelek stranbêjên Serhed, Botan û Colemêrgê guhdar dikir. Tesîra wan jî li ser min çêbû.”
 
‘EZ ALIKARIYEKÊ BIDIM ÇANDA XWE PÊ KÊFXWEŞ IM’
 
Tekbaş, diyar kir ku stranên heremên cuda cuda dibêje û wiha axivî: “Ez stranên gelê me dibêjim. Ez çu cudahiye naêxim nav stranan. Ew stran dewlemendiya stranên me berbiçav dike. Ji ber vê yekê stranên ku nayên zanîn û guhdar kirin dixwazim bêjim û bidim naskirin. Heke bikarim alikariyekê bidim vê çandê ez ê serbilind û kêfxweş bim.” Tekbaş, anî ziman ku dengbêjî ji bo gelê kurd gelekî muhîm e û wiha berdewam kir: “Ji ber ku mesele, serpêhatî, şer, keyf û xweşî, nexweşiyên kevin bi stranan û çîrokan hatine heta demê me çanda dengbêjiyê girîng e ji bo gelê me yê kurd. Dengbêj mirovên pîroz in û xizmeteke mezin ji bo gelê me kirine.”
 
‘EZ DIXWAZIM MÛZÎKA KURDÎ Û YA CÎHANÊ BÎNIM LI CEM HEV’
 
Tekbaş, dest nîşan kir ku xwedî ziman û çandeke dewlemend in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke em li çand û zimanê xwe xwedî derkevin û bi parêzin dê her gav zîndî bin û şîn bibin. Ji ber vê yekê dive nijşên nû kurdî biaxivin, çanda kurdî bizanin. Ji bo ku kurdî di cîhanê de qiymet bigire di destê me û destê nifşê nû de ye.” Tekbaş, têkildarî xebatên xwe yên mûzikê xwest ku xizmeta hunera kurdî bike û wiha domand: “Ez dixwazim stranên nehatine guhdar kirin û hatine ji bîr kirin bi tarzê xwe bêjim. Strana “Barê Giran” a min nû gotî ya nemir Erdewan Zaxoyî ye. Stran bi tarze îspanyol me çêkiriye. Ez dixwazim mûzîka kurdî û ya cîhanê bînim li cem hev û biceribînim. Ku bi hez kirin ez bêjim û li guhdarvanên xwe belav bikim.” Tekbaş, bal kişand ser nexweşiya vîrûsa coronayê jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêvîdar im ku ev rojên nexweş di ser me de biçin û em stranên xweştir em bi hevre bêjin û guhdar bikin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç