Tevna Çand û Zimanê Kurdî dest bi weşana zindî kir

img
AMED – Tevna Çand û Zimanê Kurdî ya bi armanca parastin û pêşxistina zimanê kurdî ku bi gefa pişavtinê re rû bi rû ye hat avakirin, li ser meyda dîjîtal dest bi weşanê ki. Her heftê bi mijarên cuda weşana zindî dike.  
 
Tevna Çand û Zimanê Kurdî ya bi armanca parastin û pêşxistina zimanê kurdî ku bi gefa pişavtinê re rû bi rû ye hat avakirin, li ser platforma meyda dîjîtal dest bi weşana zindî kir. Di komxebata li Amedê hat lidarxistin de, beşdarên 18 maseyên tematîk ên komxebatê bûn dê bi dorê wê mijarên cuda bi weşînin û binirxînin. Weşana ewil bi Dr. Erdol Sîpan di 15'ê Nîsanê de dest pê kir. Sîpan di weşana ewil de hûrguliyên koronayê û bandora koronayê ya li ser tevahiya cîhanê nirxand.
 
MEDYA CIVAKÎ AKTÎF KIRIN 
 
Ji sekreteryaya Tevnê Bawer Berşev, diyar kir ku wan di komxebatê de biryar girtin ku medya civakî aktîf bikin û wiha axivî: “Em dixwazin ku gelê kurd bi zimanê xwe agahiyan bigire. Mirov bi rêya medya civakî, dikarin fikir û ramanên xwe parve bikin û nîqaş bikin. Ev qad bi taybetî ji aliyê ciwanan ve pir tê bi kar anîn. Em jî dixwazin vê qadê aktîf bikin. Kurd wê bi vê rê yê fikir û ramên xwe bi hev re parve bikin. Fikrên nû yên derbikevin holê jî wê di heman demê de xebatên Tevnê dewlemend bike.” 
 
MIJARÊN CUDA WÊ BÊN NÎŞANKIRIN 
 
Berşev, da zanîn ku ewê yekemîn weşana xwe li ser hesabê Instagramê pêk bînin û wiha got: “Bi demê re em ê qenala xwe ya Youtube jî aktîf bikin. Em dixwazin kurd bibin aboneya qenala me. Emê heftiyê carekê rojevek cuda bi weşînin. Me plan kiriye ku di vê çarçoveyê de em du caran weşanê bikin. Di vê demê de pirsgirêkên weşangeriya şano, sînema, wêje, ziman, aborî, dîrok û kurdî hene. Em hewl bidin van bixwin rojeva xwe û bi weşîn in. Dîsa em ê li ser rojevên di nava heftiyê de pêk tên jî rawestin.” 
 
MA / Lezgîn Akdenîz