Keleha Zerzevanê di Lîsteya UNESCO’yê de ye

img
AMED – Keleha Zerzevanê ya xwedî dîroka 3 hezar salî xistin Lîsteya Derbasdar a Mîrateya Dinyayê ya UNESCO’yê. Hevserokê Odeya Mîmaran a Amedê Ferît Kahraman got ew biryarê erênî dibînin û Sûrê bibîr xist û xwest UNSECO wezîfeya xwe bicih bîne.
 
Keleha Zerzevanê di navbera navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de li serê girek bilind e. Dîroka wê nêzî 3 hezar salan e. Tê gotin ku di serdema Împaratoriya Romayê wek nişteciha leşkerî hatiye bikaranîn. Vê keleha dîrokî û di çend salên dawî de ku bûye cihê gera geştiyaran ket Lîsteya Derbasdar a Mîrateya Dinyayê ya UNESCO’yê. Ji bo ku Zerzevan bikeve lîsteya UNESCO’yê Platforma Turîzmê ya Odeya Baziraganî û Pîşesaziyê (DTSO) ya Amedê di meha çileya 2020’an de serî li UNESCO’yê dabû.
 
Li kelehê hêj kolandina arkeolojîk didome. Di kolandina sala 2018’an de Perestgea Mîthras derketibû holê û bi vê perestegê ketibû rojevê. Di sala 2019’an de 350 hezar kes çûne serdana Keleha Zerzevanê. Tê gotin ku wê lêkolîn ango kolandina vê Keleha dîrokî heta 50 salan bidome.
 
‘DIVÊ UNESCO XEMSAR NEBE’
 
Me têkildarî mijarê bi Hevserokê Odeya Mîmaran a Amedê Ferît Kahraman hevdîtin kir. Kahraman diyar kir ku vê biryara UNSECOy’ê kêfxweşiyê dide wan û wiha got: “Li wir dîrokek hêj baş nayê zanîn heye. Hêj li bendê ye ku dîrokek veşartî derkeve holê. Em spasiyê xwe ji ekîba kolandinê re jî dikin. Li gel vê biryara erênî ya UNESCO’yê pêwîste were rexnekirin jî. Wek ku hûn dizanin tevî hemû bangên ji bo UNESCO hat kirin jî bêdeng ma û ji bo navçeya Sûrê ya di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê de cih digire xemsar ma. Ji pêvajoya şer heta niha cara ewil bû ku dê Sûrê ziyaret bikirina. Lê ji ber şewba koronayê plansaziya wan hat taloqkirin. Em hemû bûn şahid ku UNSECO berpirsiyariya xwe ya li Sûrê pêk neanîn. Pêwîste UNESCO hin bêtir xwedî li cihê hin xistiye bin parastina xwe derkeve û bêxwedî nehêle.”