Xêzkarê girtî bi xêzên xwe bal kişand ser şideta li ser jinê

img
AMED - Xêzkar Mehmet Bogatekîn ku di Girtîgeha Tîpa T1 a Kandirayê de ye, bi xêzeke xwe bal kişand ser zêdebûna şideta li ser jinê. 
 
Xêzkar Mehmet Bogatekîn ku di Girtîgeha Tîpa T1 a Kandirayê de ye, bi xêzeke xwe bal kişand ser zêdebûna şideta li ser jina. Bogatekînê ku di mijarên siyasî de piraniya xêzên wî bi kurdî ne, heya niha gelek xêzên wî ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatine qedexekirin û girtîgehê nehiştiye bişîne derve. Rêveberiya girtîgehê pirtûka "Dûvarlari Delen Çizgîler" ku ji berhemên 22 girtiyan pêk tê û yek ji van girtiyan jî Bogatekîn e, nedaye Bogatekîn. Girtîgehê ji bo pirtûkê gotiye "qedexeye" û nedaye Bogatekîn. 
 
MA / Lezgîn Akdenîz